Dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê 6 kesên temenmezin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê 6 kesên temenmezin ku ji wan 5 jin in, ji şêniyên kantona Efrînê revandin.

Çavkaniyên ji navenda bajarê Efrînê ji ANHA`yê re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk îro 6 kesên temenmezin ku jê 5 jin in, revandin.

Navên kesên hatine revandin, wiha ne: Xedîce Qere Elî, Emîne Qere Elî, Heyat Qere Elî, Fedîla Mihemed, Fedîla Kerîko, Fedîle Seydo û Nûrî Qere Elî.

Çavkaniyan diyar kir ku Fedîla Kerîko, Heyat Qere Elî û Nûrî Qere Elî hatin berdan, lê heta niha çarenûsa jinên din ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk a dagirker di 2 rojên derbasbûyî de 9 sivîlên ji şêniyên Efrînê revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din