Dagirkeriya dewleta Tirk bi meşeke meşeleyî li Girkê Legê hate şermezarkirin

Bi pêşengtiya ciwanan bi sedan şêniyên navçeya Girê Lêgê bi meşeke meşleyî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Li ser banga ciwanên navçeya Girê Legê, bi sedan şêniyên navçeya vê êvarê li qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn û bi meşeke meşeleyan êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Meşvanan li kolanên sereke yên navçeyê geriyan û bê navber dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê, kelha berxwedanê Serêkaniyê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk berz dikirin.

Meş li navenda navçeyê rawestî û veguherî mîtîngê. Li vir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Berxwedan Bagok axivî û got: "Bi rihê ciwanan em ê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê li ber xwe bidin û çeteyên wê têk bibin. Em nahêlin ku dagirker armancên xwe pêk bînin ."

Bagok wiha domand: "Biryara me berxwedan û serkeftine, em rê nadin dagirkriyê xaka bi fedakariya şehîdên me û berxwedan gelê me hatiye rizgarkirin, were dagirkirin."

Meşa meşeleyan, bi awaz û stranên şoreşgerî yên komên Navenda a Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bi dawî bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din