Dagirker şêniyan neçar dike ji malên xwe derkevin

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker şêniyên Efrînê direvîne, êşkence dike û li beramberî berdana wan pereyan dixwaze wan neçar dike ku dev ji amalên xwe berdin.

Çavkaniyan ji Efrînê ji ajansa me diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyên bi navê Lûceyîn Camî û bavê wê Mihemed Camî yên ji şêniyên Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Her wiha çavkaniyekî din ji navçeya Bilbilê tekez kir ku çeteyên Sultan Mûrad ên girêdayî MÎT a Tirkiyê 3 ciwan ji navçeyê revandin, bi awayekî hovane êşkence kir, li beramberî berdana wan pere xwestin paşê ew neçar kir ku ji malên xwe derkevin.

Heman çavkanî navên kesên hatine revandin bidest xist. Navên wan wiha ye: Abdullrehman Cemîl Mihemed, Dilbirîn Mihemed Birîmo û Hemze Reşîd Hisên.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ku artêşa Tirk a dagirkr û çeteyên wê di nava 20 rojan de herî kêm 300 sivîl ji Efrînê revandine.

(bx)

ANHA


Mijarên Din