Dagirker nahêlin ku şênî şewatê vemirînin

Şewata ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li zeviyên çandiniyê yên gundên Girê Spî derxistiye didome. Hêzên dagirker nahêlin ku şênî agir vemirînin û guleyan li wan direşînin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet derdora 13:00‘an agir berdan zeviyên çandiniyê yên şêniyên gundên Serzorî  û Fariz ên Girê Spî. Şewat hîna didome.

Hêzên dagirker nahêlin şênî biçin agir vemirînin û guleyan li wan direşînin.

ANHA


Mijarên Din