​​​​​​​Dagirker li Efrînê kolandina şûnwaran didomînin

Çeteyên dewleta Tirk kolandina cihên şûnwarî yên kantona Efrînê didomînin. Armanca wan ji vê yekê dizî û talan e. Her wiha girtina sivîlan jî didomîne.

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker cihên şûnwarî yên kantona Efrînê dikolin. Li gorî çavkaniyan, çeteyan girê kokan ê navçeya Mabata ya kantona Efrînê koland. Armanca wan diziya berhemên dîrokî ye da ku bişînin Tirkiyê.

Ji destpêka ku Efrîn di Adara 2018`an de hatiye dagirkirin, kiryar û binpêkirinên li dijî niştecihên herêmê nesekinîne.

JI BER KU AGIRÊ NEWROZÊ PÊXISTIBÛN, ÇETEYAN 2 CIWAN GIRTIN

Her wiha hate zanîn ku çeteyên dewleta Tirk 2 ciwan ji kantona Efrînê girtin, ji ber ku şeva Newrozê agir pê xistibû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên El-Emşat ên dewleta Tirk a dagirker ciwanên bi navê Kanîwar Mihemed Reşîd û Arif Ehmed Kîlo yên ji gundê Enqelê ya navçeya Şiya ya Efrînê ne, girtin.

bx

ANHA


Mijarên Din