Dagirker gundên sivîl têde dijîn û dewriyeya Rûsî dike hedef

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyande gundên El-Hoşan, El-Xalidiyê û rêya navdeweltî (M4) bi çekên giran topbaran dike. Her wiha topbaran gihîşt dewriyeya Rûsî jî.

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên El-Hoşan, El-Xalidiyê yê rojavayê navçeya Eyn Îsa bi çekên giran û topên hawanê topbaran dike.

Topbaran li ser gundê Korpelik ê rojavayê kantona Girê Spî ku sivîl di wan de dijîn, pêk hat.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku topbaran gihîşt dewriyeya Rûsî ya li herêmê.

Tu agahî der barê ziyanên topbaranê de heta niha nehatin bidestxistin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din