Dagirker gundên Şera û Til Rifatê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker piştî ku duh çend gundên Efrînê topbaran kirin, îro careke din gundên navçeya Şera û navenda navçeya Til Rifatê di saetên sibê de topbaran kirin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku îro ji saetên sibê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meranaz, Şewarxe, Keleha Şewarxe û Bîloniyê yên navçeya Şera bi awayekî dijwar topbaran kirin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku bi dehan top li navenda navçeya Til Rifatê ketine bêyî ku behsa zirarên topbaranê bike. Topbaran heta niha jî car caran didome.

Şevê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku li herêma Ezazê bi cih bûne, bi top û obusan gundê Meranaz û gundên derdora wê topbaran kirin. Paşê di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de şer derket. Şer çend saetan dewam kir. Heta niha encamê wê ne diyar in.

(bx)

ANHA


Mijarên Din