‘Dagirker dêr, mizgef û malên êzidîyan dikin hedef’

Buroya Karûbarên Olî ya herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û tekez kir ku di êrîşan de dêr, mizeft û malên êzidîyan dibin hedef.

Daxuyanî ji aliyê şêxê mizgefta Musab Bin Emîr Ebû Selama Fayiz El-Namis ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê hemû êzidî, xirstiyan û muslimanan em vê daxuyanî ji didin raya giştî û hemû hêzên xêrxwaz û biratiyê re. Em banga gelekî aştî xwazin, me êrîşî tu alî, dewlet û rêxistinan nekiriye. Dîroka me şahîdê vê yekê ye. Em bi hevre bi heskirin û aştî ji beriya sedê salan ve dijîn. Gelê me yê Êzidî bi hemû gelan re dijîn. Tevî hemû qirkirin û komkujiyên ku rastî wan hatin. Gelê me yê xiristyan bi hezkirin dijîn û her tim banga wê dikin. He wiha gelê me yê musilman bi aşitîdijî. Ji ber navê Îslamî ji aştiyê hatiye. Ne ji şer, kuştin û qirkinê ku dijminên Îslamê her tim vê yekê dikin ku Îslamê reş bikin. Dijminên me dijminên mirovahiyê ne. Mizgeft, dêr û malên êzidîyan dirûxînin. Em êrîşên dewleta Tirk li ser xaka xwe ya pîroz red dikin. Em dagirkirina bajar, gundên xwe heram û sûc dibînin û bi darê têne kuştin û koçberkirin.

Em bi hevre bi hezkirin li ser xaka welatê xwe dijîn. Ma cîhan çi ji me dixwaze ku hemû şêwazê jiyana me ya pîroz biguhêre.

Ji ber wê em bang li tevahî dewlet û NY`yê dikin ku bi me û xwîna şehîdên me yê pîroz, rihê ciwanên me û zarokên me ku nêzî rêya azadî û şehadetê dibin, bisekinin.

Em tu carî dev ji xaka xwe bernadin. Em tu carî serî ji tu kesî re natewînin. Em ê bi hemû pêkhateyên gelê xwe li hember dagirkeriyê bisekinin. Serkeftin a me ye ji ber em xwediyê maf, rastî û mirovahiyê ne."

(bx)

ANHA


Mijarên Din