‘Dagirker dixwazin gundan ji niştecihên resen vala bikin’

Welatiya bi navê Zeyneb Hemade nikare xwe bilebitîne, ji ber ku piştî çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê wan topbaran kir, ew jî ji lingê xwe birîndar bû.

Çeteyên dewleta Tirk gundê Başirmê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kir û di encama wê de jina bi navê Zeyneb Hemade (55) birîndar bûbû.

Zeyneb Hemade çîroka birîndarbûna xwe wiha dibêje: "Dema min dengê topan bihîst, min kurê xwe yê astengdar derbasî hundirê malê kir da ku ez wî biparêzin. Dema ez careke din derketim derve, top çend metreyan dûrî min ket, ez birîndar bûm û ji bo tedawiyê rakirim nexweşxaneyê."

Zeyneb banga derxistina çeteyan ji kantona Efrînê kir û wiha anî ziman: "Divê çete ji Efrînê werin derxistin, ji ber ew mafên me binpê dikin."

Her wiha kurê wê Seîd Hemade çîroka topbarana li ser gundê Başirmê wiha anî ziman: "Di saetên nîvro de ez di dikana xwe ya li gund de rûniştî bûm. Dema gund dihat topbarankirin min dengê topan dibihîst. Ji ber wê ez derbasî hundirê dikanê bûm da ku xwe ji topan biparêzim."

Hemade wiha anî ziman: "Dema ez di dikana xwe de bûm û min xwe ji topan diparast, min dengê topên ku li ser gund dikevin, bihîst û dema min xwest nas bikim ew top li ku derê ketine, min dît dûman ji mala ku dayika min tê de ye, diçe. Min yekser berê xwe da malê da ku nas bikim çi qewimiye."

Hemade wiha pê de çû: "Dema ez gihîştim malê ,min dît dayika min li erdê ye, nikare tev bigere, ji ber ji lingê xwe birîndar bûbû û xwîn jê diçû. Min ew rakir û bi erebeya şêniyekî gund min ew bir nuqteya Heyva Sor a li gundê Bir El-Qas û ji wê derê me ew bir Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê."

Hemade bang li rêxistinên mafan û mirovî kir ku li hember kiryarên çeteyan bisekinin û wiha got: "Em bang Ii rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember kiryarên çeteyan bisekinin û derfet nedin ku hîn zêdetir kiryarên li djiî dijî sivîlan pêk bînin."

Hemade di dawiyê de diyar kir ku armanca çeteyan ji topbarana li ser gundan ku wan ji niştecihên resen vala bikin û destnîşan kir ku ew ji gundê xwe dernakevin û ew ê li ber xwe bidin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din