​​​​​​​Dagirkerî û çeteyên wê nuqteyên xwe li rex M4 zêde dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên xwe li gundewarên li rojavayê navçeya Til Temirê li seranserî M4 zêde dikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya daxuyaniyekê di 8’ê Cotmeha 2020’an belav kiriye de, rewşa awarte ya nîştimanî ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta salekê dirêj kir. Trump xeteriya li ser sivîlan, gefa li ewlehiya nîştimanî û siyasetên derve ya DYA’yê hilgirt ser dewleta Tirk.

Demdirêjkirina rewşa awarte bi temamkirina daxuyaniya Koşka Spî ya ku di 14’ê Cotmeha 2019’an de li ser malpera xwe li gorî fermana pêkanîna ya 13894’an belav kiriye, pêk hat. Koşka Spî rewşa awarte ya nîştimanî li gorî qanûna desthilatên aborî ya awarte ya navneteweyî (USC-1701-1706) ragihand. Ew qanûn jî ji bo danûstandina bi gefên nenormal ên li dijî ewlehiya nîştimanî û siyasetên derve yên DYA’yê ye. Ew jî li gorî rewşa Sûriyê û girêdayî wê derbasdar e.

Lê belê tevî biryara tund a dirêjkirina rewşa awarte û rawestandina êrişan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê qaşo "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" di êrişên li ser herêma Eyn Îsa û hedefgirtina yekser a sivîlan de berdewam in û biryarê binpê dikin.

Bi êrişên li ser herêma Eyn Îsa ya girêdayî Girê Spî re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên leşkerî li gundewarên dagirkirî yên ji navçeyên Serêkaniyê û Til Temirê zêde dikin.

Li gorî çavkaniyê ji herêmê, li gundewarên li aliyên rojavayê navçeya Til Temirê gelek nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine zêdekirin. Ji wê zêdetir jî baregehek li nêzî rêya M4 hatiye avakirin.

Çavkanî daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqte û baregehên leşkerî li gundê Erbeîn, Lîlan, Bibse û Amiriye yên rojavayê navçeya Til Temirê û li rex rêya M4 in, zêde kirine.

Çavkanî da zanîn ku nuqteyên nû yên ku tê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê de bi cih bûne, dibistan û malên sivîlan in.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena wiha got: "Li eniyên şer tevgerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bûne, bi taybet li nêzî rêya M4 li rojavayê navçeya Til Temirê.

Li aliyekî din jî çavkaniyan eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker ji çend rojan ve li rojavayê gundê Dibsê kiryarên kolandin û bilindkirina stiran pêk tîne. Hedefa wê jî avakirina baregeheke leşkerî ya nû ye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker baregheke nû bi nêzî 2 km ji baregeha xwe ya li gundê Amiriyê ava dike.

Di 4’ê vê mehê de dewleta Tirk a dagirker satirên axê yên mezin li derdora gundên di bin serweriya wê de yên li eniyên şer ên li gundewarên navçeya Til Temirê, ava dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din