Dagirkerî binpêkirinên li ser xwazaya Efrînê didomîne

Di nav rêzebinpêkirinên û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Efrîna dagirkirî de, dagirkerî daran qut dikin û baçên buha li xwediyên dikanan  û dermanxaneyên  Efrînê ferz dikin.

Çavkaniyên herêmî ji kantona Efrînê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din dest bi qutkirina darên zeytûnê û fistiq helebî li Efrînê kirin. Ji aliyekî din ve çalakvanan wêne û dîmenên nû belav kirin tê de rûberên zeviyên zeytûnê yên ku hatine qutkirin belî dikin.

Dagirkeriyê ji bo ku zextê li şêniyên Efrînê zêde bikin di hewldanekê de ji bo ku wan bidin koçberkirin gelek çavkaniyan ji Efrînê teqez kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baçên buha li ser xwediyên dikanan û dermanxaneyan ên ji Efrînê ferz dikin. Li ser xwediyên dermanxaneyan hezar dolar û li ser xwediyên dikaranan 900 dolar mehane hate ferzkirin. Ev miqdar ji qezenca wan pirtir e. ev jî teqez dike ev binpêkirin bi zanabûn e ji bo ku şênî neçar bimînin malên xwe berdin û ji Efrînê derkevin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din