​​​​​​​Dagirker bi dijwarî gundên Şehba û Şêrawayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Rifetê û gundê Ziyaretê yê Şêrawayê topbaran dikin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dêr Cemal ê navçeya Til Rifetê, Bênê, Bêlûniyê û Eyn Deqnê yên Şehbayê topbaran dikin.

Di heman demê de derdora gundê Ziyaretê û kampa Vegerê ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Heta niha 15 guleyên top li gundê Ziyaretê û derdora wê ketin.

Topbaran hîna didome. Agahiyên têkildarî ziyanan nehatin bidestxistin.

ANHA


Mijarên Din