Dûa Xazî: Divê destûra Tirkiyê were aktîfkirin

Çalakvana jin Dûa Xazî  got "Pêngavên ku banga wekheviya her du zayendan dikin li dijî siyaseta Tirkiyê ne.  Pêdiviya destûra Tirkiyê ya parastina jinan bi aktîfkirineke rasteqîn heye. Nabe dozên girêdayî tundiya li ser jinan û girtina çalakvanan werin paşguhkirin.  Sûcên ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyê tên kirin, mîna qirkirina Osmanî ya li hemberî Ermenan e."

Di demên dawî de li Tirkiyê rêjeya tundiya li dijî jinên siyasetmedar û çalakvanên demokrat û sûcên li herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk dagir kirine, zêde bûne. Girêdayî vê mijarê çalakvana jin û civakî ya li DYA’yê Dûa Xazî ji ANHA'yê re axivî.

Li gorî rapora nirxandina salane ya azadiyên bingehîn a sala 2020’an, ya ku ji rêxistina Freedom House ya hiqûqî ya amerîkî derketiye, nîşaneyên azadiyê li Tirkiyê bi paş ketine.

Li gorî raporê, Tirkiye dewleteke ne azad e, di 10 salan de di 31 waran de bi paş ket. Bi wê re jî dewleta duyemîn a mezin e ku tê de azadî bi paş ketiye, ew jî piştî dewleta Burundî ye.

‘DI SERDEMA HIKUMETA ERDOGAN DE, RÊJEYA QETILKIRINA JINAN JI SEDÎ 75 ZÊDE BÛYE’

Dûa Xazî da zanîn ku ji ber kevneşopî û adetên kevn ku dihêle mêr serwer bin û xwedî biryar bin, civaka mêr tu girîngiyê nade rola jinan û wiha got: "Rêxistina ‘Em ê kuştina jinan bisekinînin’ ya têkildarî sûcên li dijî jinan serjimariyeke eşkere kir.  Li gorî serjimariyê; di 5 salên dawî de, rêjeya kuştina jinan ji sedî 75 zêde bûye. Di van çend mehên dawîn de polîsên dewleta Tirk du mamosteyên ku beşdarî xwepêşandanên li dijî kiryarên bêserûber ên hikumeta AKP’ê yên li dijî mamosteyan bibûn, girtin. Armanca xwepêşandana mamosteyan ew bû ku fişar li hikumeta AKP'ê were kirin da ku bendên peymana Stenbolê pêk bînin. Ew peyman jî ya meclisa Ewropyê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya malê ji 2004’an de ye."

Dûa Xazî wiha diyar kir: "Ji bi girtinan bêdeng nabin. Heke ew jin hatin girtin, hin jinên din hene ku dê banga aktîfkirina qanûna parastina wan bikin."

'HEMLEYÊN KU BANGA WEKHEVIYÊ DIKIN LI DIJÎ SIYASETA TIRKIYÊ NE'

Dûa axaftina xwe wiha domand: “Piştî rêxistinên mafên jinan a ji bo wekheviyê di navbera her du zayend û şermezarkirina tundiya malbatê dest pê kirin,  wezîrê dewleta Tirkiyê daxuyand ku jin ji her kesî zêdetir li hember siyasetên dewleta Tirk in. Hin çalakvan texmîn dikin ku ji ber sûcên tecawîzkirin û tundiya li dijî jinan bi navê (kesê tu tecawîz kiriye pê re bizewice), mafên jinên li Tirkiyê di serdema Erdogan de bi paş de çûye. Piranî jin ji vê biryara ku mafên wan heta bi salên 50 bi paş de dibe, matmayî man û da zanîn ku ev qanîna bimetirs dê bibe buhaneya serbestberdana bi hezaran mêrên ku hikmê tecawîz lê hatine birîn. Bi wê re jî wezîrê Tirkiyê got jin ên herî zêde li hember siyaseta wan derdikevin in. Tevî beşdariya jinan di aliyê siyasî û tevahî waran de, lê hikumeta Tirkiyê hewl nade pirsgirêka jinan a mîna zewaca zarokan û tundiya malbatê çareser bike. Her wiha di parlamentoyê de nabe nîqaşa bingehîn. Heke fişar ji hêla jin û rêxistinan ve çêbû dê bi xwe fişara sivîl a mezin li ser AKP’ê çêbibe. Bi taybet jinên li Tirkiyê îro roleke binirx di hundirê saziyên navendî û parlamentoyê de dilîzin."

Der barê destdirêjiya leşkerên dewleta Tirk li ser zaroka (14) a ji Şirnaxê de ku rastî hêrseke gel a mezin hat, Dûa wiha got: "Kontrolkirina rewşên wiha bi rêya zanîna çand û civakê tê. Her wiha ew jî bi rêya saziyên perwerdê ku jin tê de zana dibin û xeteriyên tecawazîkirin, çawaniya xweparastinê dinasin. Li aliyekî din jî rola rêxistinên mafên jinan mezin e.  Ji aliyê qanûna Tirkiyê de, li Tirkiyê gelek rewşên dûbare ên destdirêjiyên cinsî li dijî jin, zarok, şantajkirina elektronîk û kuştina bimebest çêbûn. Her wiha biryarên ji dadgeha cinayetan di mehên dawîn de hatine dayîn, ji hezar dozî ku dadgehê di mehekê de lê nihêriye 995 doz girêdayî derefgirtina cinsî li dijî zarok û tundiya malbatê ne. Piraniya jinan bi destê mêrê wê yan jî hezkiriyê wan têne kuştin. Li gorî rapora NY’yê ji sedî 38 ji jinên Tirkiyê, tevî hebûna destûra Tirkiyê ya pasrastina jinan ji van sûcan, di tundî û derfetgirtina cinsî re derbas dibin. Lê belê ev pêdiviya vê destûrê bi aktîfkirina rastîn û nepaşguhkirina van dozan heye.”

'TIŞTÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ PÊK TÊN MÎNA KOMKUJIYÊN OSMANIYAN YÊN LI DIJÎ ERMENAN IN'

Derbarê sûcên ku li herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine, tên kirin  Dûa Xazî wiha got: "Tiştên îro ji girtin û kuştinê ji hêla hêzên Tirkiyê li dijî sûriyên li herêmên Efrîn, Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tên, azarên mezinin.

Îro pêdiviya van herêman bi destwerdana navdewletî ya rastîn heye. Di komkujiya Ermenan de nêzî milyonek bû qurban û bû dîrokeke reş ku mirovahî nikare ji bîr bike. Şêniyên van herêman ji malên xwe koç bûn û beşek din jî di girtin û sûcan re derbas bûn. Ev jî ne tenê li dijî mêran pêk dihat, lê belê heta li dijî jian jî pêk hat, piranî rêxistinên mafên jinan deriyên xwe bi sedema rewşên niha girtin. Êdî jin di malan de hatin dorpêçkirin û ji hêmanên tevî hêsan ên jiyanê mîna parastina malbat û zarokên xwe mehrûm man."

(fr)

ANHA


Mijarên Din