​​​​​​​Da ku çete tev li dagirkirina Serêkaniyê bibin sozê talanê pê dane

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku xwe radestî QSD’ê kir, got ji bo ku tev li dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê bibin, dewleta Tirk sozê talan û xenîmetê bi wan daye û çeteyan mal û milkên gelê herêmê talan kirine.

Çeteyên bi navên Aras Hec Elî ve Mihemed Dabûl ku reviyabûn û xwe radestî QSD’ê bûbûn, têkildarî kiryarên faşîstî û talanê yên lin ser gelê herêmê li xwe mikur hatin.

Aras Hec Elî ji gundê Cewzat ê Dirbêsiyê ye û di sala 2018’an de di dema dagirkirina Babê de tev li nava komên çete bûye.

Hec Elî diyar kir ku li gundê Til Tihîn kesekî bi navê Fayiq Hesen nas kiriye û got: “Fayiq Hesen ji bo çeteyên Nûreddîn Zenkî sîxurî dikir. Gelek wêneyên fermandarên QSD’ê nîşanî min kirin û pirsîn ka ez cihê wan dizanim an na. Ji ber ku min ew kes nas nedikirin, min tu agahî jî nedan.”

Piştî lêpirsînê Hec Elî beşdarî çeteyan dibe û peywirê didinê ku têkildarî navend û noqteyên QSD’ê agahiyan berhev bike.

SOZA TALANÊ

Çeteyê bi navê Hec Elî destnîşan dike ku ji bo ku tev li dagirkirina Serêkaniyê bibin, çeteyan soza talanê pê daye. Der barê kiryarên çeteyan ên di dema dagirkirina Serêkaniyê de Hec Elî wiha dibêje: “Malên gelê Serêkaniyê, nemaze jî malên Kurdan dihatin talankirin. Heta derî û paceyên malan jî ji cih derdixistin û dibirin. Piştre jî agir bi malan dixistin. Kesên ku ji bajêr derneketibûn, eziyetên mezin didîtin. Nuqteyên kontrolê bûbûn cihê şêlandinê.”

‘DI NAVBERA ÇETEYAN DE ALOZÎ HEYE’

Aras Hec Elî diyar kir ku komên çete ji ber mal û milkên talanê bi hev dikevin û pev diçin û got: “Nemaze di navbera komên El-Hemzat û Sultan Murad de rageşî heye. Dema ku çeteyek ji aliyê komeke din a çeteyan ve tê girtin, ji bo berdana wî pere dixwazin. Her wiha li ser malên sivîlan ên talankirî jî pev dikevin û dibe sedema pevçûnan.”

Her wiha Hec Elî got ji ber şerê di navbera çete û hêzên hikumeta Sûriyê de çeteyan meşek li dar xistiye û xwestiye biçin Idlibê, lê belê dewleta Tirk da ku nehêle çete biçin Idlibê, dergehên sînor girtine û ji ber vê yekê jî di navbera çeteyan de pevçûn çêbûye.

‘ÇETE MEHANEYÊN XWE JI DEWLETA TIRK WERDIGIRIN’

Hec Elî destnîşan kir ku çete mehaneyên xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin û serçete gelek caran dest datînin ser mehaneyên çeteyan.

Têkildarî mijarê Hec Elî got: “Dewleta Tirk her meh pereyê çeteyan dişand. Serçeteyan dest datanî ser beşeke zêde ya wan mehaneyan û beşeke kêm dida çeteyan. Ji ber ku wî pereyî têra hefteyekê jî nedikir, çeteyan dest datanî ser malen sivîlan.”

Hec Elî diyar kir ku malbata wî jî bi alîkariya qaçaxçiyekî xwe ji destê çeteyan rizgar kiriye û bi vî awayî radestî QSD’ê bûye.

ÇETEYÊ KU TEV LI DAGIRKIRINA EFRÎN Û SERÊKANIYÊ BÛYE

Mihemend Dabûl ji bejahiya bakurê Helebê ye û di sala 2013’an de bi armanca ku rejîma Sûriyê hilweşîne, tev li nava çeteyan bûye.

Di nava komên çete yên El-Tevhîd, Ehrar El-Şam, El-Cebha El-Şamiya, Cebhet El-Nusra, Sikur El-Şimal û Feyleq El-Şimal de cih girtiye û piştre jî xwe radestî QSD’ê kiriye. Dabûl dibêje li Idlibê di navbera El-Nusra û hemû komên din ên çete de koordînasyon heye.

Dabûl li xwe mikur hat ku bi çeteyan re tev li gelek êrişan bûye û dema ku di nav çeteyên Feyleq El-Şam de bûye,  tev li dagirkirina Efrînê bûye û dema ku di nava çeteyên Sikur El-Şimal de bûye jî, tev li dagirkirina Serêkaniyê bûye.

Çeteye bi navê Mihemed Dabûl dibêje mal û milkên gelê Efrîn û Serêkaniyê talan kirine û wiha pê de diçe: “Beşeke zêde ya malên dizî û talanê didan serçeteyan. Baxçe, mal û gelek tiştên din ên gel, ji aliyê serçeteyan ve dihatin desteserkirin. Hinek dever kirin baregehên leşkerî. Ji bo ku em biçin Serêkaniyê, soza talanê bi me dan. Li Serêkaniyê malê gel hat talankirin. Li nuqteyên konrolê bac li gel tê ferzkirin.”

Mihemed Dabûl di 30’ê Kanûna 2019’an de radestî QSD’ê bûye.

SÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN KU TÊN VEŞARTIN’

Gotinên çeteyên bi navên Hec Elî û Mihemed Dabûl ji aşkerakirina nepeniyan wêdetir, ji devê çeteyan hevkariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyan û sûcên wan ên ku dixwazin binixumînin, careke din derdixin holê.  Ji ber ku ev îtîraf nîşan didin ku dewleta Tirk û çeteyên wê êdî nikarin sûcên xwe yên dagirkirin û mêtingeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, veşêrin.

Ev îtîrafên çeteyan ji ber belgekirina sûcên ‘Hîtlerê sedsala 21’an’ Erdogan girîng in. Her wiha ji bo ku dîrok sûcên li Rojhilata Navîn têne kirin ji devê xwediyên wan binivîse, têra xwe girîng in.

ANHA


Mijarên Din