​​​​​​​‘Dê têkoşîna me ya li hemberî nîjadperestiyê bidom e’

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Helebê qetilkirina Bariş Çakan şermezar kirin û gotin: “Dê têkoşîna me ya li hember nîjadperestiyê bidome.”

Nîjandperestên Tirk ciwanê Kurd ê bi navê Barîş Çakan ji ber guhdarkirina stranên Kurdî qetil kirin. Ev nîjadperestî ji aliyê hemû aliyên civakê ve hat şermezarkirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Helebê qetilkirina Bariş Çakan şermezar kirin û gotin: “Em bi çand û zimanê xwe ve girêdayî ne. Têkoşîna me ya li hember nîjandperestiyê dê bidome.”

Siyamend Hesen, qetilkirina Barîş şermezar kir û got: “Dewleta Tirk hişmendiya nijadperestiyê di navbera gelê Tirk, Kurd û hemû gelên li Tirkiyê de diçîne. Em vê nejadperestiyê ya ku Tirkiyê li ser gelan dimeşîne red dikin."

Hesen her wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze serwerî, çand û zimanê xwe li ser gelê Kurd ferz bike. Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li hemberî van sûcan bêdeng namînin. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku sînorekî ji binpêkirinên li dijî gelê me re deynin."

Rûken Mihemed bertek nîşanî kiryarên nîjadperestiyê da û got: “Dewleta Tirk bi qetilkirina ciwanekî Kurd an bi sedan ji gelê Kurd wê nikaribe me ji zimanê wan ê dayikê dûr bixîne. Em Kurd hatine dinê, em ê hebûna zimanê xwe biparêzin."

Rûken bang li rêxistinên ku dibêjin mafên mirovan diparêzin kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin.

Ciwana bi navê Abîr Mamo jî got: "Ne ji mafê dewleta Tirk e ku guhdarkirina li stranên kurdî yên bi zimanê dayikê li ciwanên me qedexe bike. Ev zimanê me ye, ji bo kesekî em zimanê xwe naguherin."

ANHA


Mijarên Din