׳Dê eşîrên Ereb li djiî mêtîngeriya Osmaniya nû bisekinin׳

Êlê eşîra Raşid a Qebîleya Tay a Ereban diyar kir ku îro li welatên Ereban mêtîngeriyeke Osmanî ya nû rû dide û tekez kir ku dê hemû eşîrên Ereban li dijî vê dijminahiyê bisekinin.

Ev demeke dirêj e ku dewleta Tirk bi armanca dagirkeriyê destwerdanê li welatên Erebî dike, nexasim welatên ku şerê bi destê ajandeyên derve lê rû daye wekî Sûriyê, Iraq û Lîbyayê. Êlên eşîrên Ereb ev binpêkirin û sûcên Tirkiyê wekî mêtîngeriyeke nû ji welatên Ereban re bi nav kir.

Yek ji êlên eşîra Raşid a Qebîleya Tay a herêma Cizîrê Mihemed Reşîd El-Abdullah wiha got: " Em îro li pêşberî mêtîngeriyeke Osmanî ya nû ne, ku nêzî 400 salan welatên Ereban dagir kiribû. Êdî rastiya dewleta Osmanî eşkere bûye û ew bi xwe "dewleta DAIŞ`î" ye."

El-Abdullah bi bîr xist ku dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên bakurê Sûriyê re, wekî berhema berjewendiyên dewletên Ewropayê yên li ser hesabê gelê herêmê ye. Her wiha bang li ciwanên eşîrên Ereban kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanê bilind bikin.

E-Abdullah diyar kir ku yek ji armancên sereke yên dewleta Tirk niha dagirkirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ye û got: "Lewra êrişên li ser hev pêk tîne."

El-Abdullah her wiha bal kişand ser siyasetên Erdogan ku bi navê Îslamê sûcên xwe vedişêre û got: "Erdogan dûrî ol e. karên ku dike jî li dijî pîvanên ola Îslamî ne."

El-Abdullah destnîşan kir ku dîrok xwe dubara dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê li dijî mêtîngeriya Osmanî ya nû bisekinin. Ev xeterî li ser hemû şêx û êlên eşîran e. Lewra divê bi hev re li dijî vê dijminahiyê li ber xwe bidin. Bêdengiya civaka navnetewî ji bo razîkirina Tirkiyê ye."

(cx)

ANHA


Mijarên Din