Dê beşekî din ji alîkariyan li herêma Firatê bê belavkirin

Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê dê beşekî ji nû ji alîkariyan ku ji hezar û 700 pakêtên xwarinê pêk tê, li malbatên xizan belav bike. Ev yek di çarçoveya biryara Rêveberiya  Xweser a destekdayîna malbatên xizan di rewşa qedexeya  derketina  derve  de , pêk tê.

Bi ferzkirina qedexeya derketinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Rêveberiya  Xweser biryara destekdayîna malbatên xizan ku karê endamên wan malbatan bi biryara qedexeyê re rawestiya, da. Rêveberiyên li herêmê ji beriya çend hefteyan ve dest bi belavkirina alîkariyan kirine.

Li herêma Firatê, Desteya Kar û Barên Civakî beşekî alîkariyan ku ji hezar û 700 kartonên xwarinê pêk dihat li bajarê Kobanê û gund û bajarokên derdorê belav kir û beşê duyemîn ê alîkariyan amade dike.

Dê deste hezar û 700 kartonên din ên xwarinê li herêmê belav bike. Madeyên xwarinê bi rêya meclis û komînan tên belavkirin.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Hêlîn Hacim diyar kir ku wan hezar û 200 kartonên xwarinê li Kobanê û 500 kartonên din li malbatên li gundan, belav kiriye.

Her wiha destnîşan kir ku di rojên pêş de dê 700 kartonên din li bajêr û hezar kartonî li gundan belav bikin.

Hêlîn Hacim bi bîr xist ku li gorî hejmara malbatan alîkariyên tên dayîn kêm in û destnîşan kir ku ew ê vê pirsgirêkê di rojên pêş de çareser bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din