CPT: Astengiyên li Îmraliyê nayên qebûlkirin

CPT’yê ragihand ku astengiyên li ser rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê nayên qebûlkirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di rapora xwe ya têkildarî serdaneke 2019'an de ragihand ku bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kiriye. Di raporê de hate diyarkirin ku di sîstema girtîgehê de ji serdaneke sala 2016'an û pê ve tu "başbûn" tune ye.

CPT’yê diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din hîn jî hefteyê tenê şeş saetan dikarin li hev bicivin. Ji bilî vê yekê dema kombûna li hev a du kesan, hefteyê tenê sê saetan e. Wekî din hîn jî qedexe ye ku rojane karibin li hewşê li hev bicivin. CPT’yê di raporê de da zanîn ku "girtî hemû, bi piranî tecrîdkirî ne" û destnîşan kir ku ev tecrîd ji 168 saetên hefteyê bi 159 saetan dewam dike.

CPT’yê diyar kir ku salên dawî serdanên rêberê Abdullah Ocalan ên bi malbatê re hema bêje qet nikare bên kirin û bi bîr xist ku daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019'an ve tê redkirin û diyar kir ku têkildarî girtiyan divê hevsengiyek di navbera mercên ewlekariyê û mafên mirovan ên bingehîn de bê afirandin û bang kir ku "sîstemeke mayînde" bê avakirin ku tê de serdanên malbatan û parêzeran hebe.

Her wiha CPT’yê destnîşan kir ku pergala girtinê ya li Îmraliyê li girtiyan tê ferzkirin divê bi temamî bê guhertin.


Mijarên Din