​​​​​​​Covid-19: Li Tirkiyê hejmara miriyan bû 4 hezar û 55

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 708 kesên din bi şewba Koronayê ketine û 48 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrusa Koronayê (Covid-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.

Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 708 kesên din jî bi şewbê ketine û 48 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 146 hezar û 457 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 55.


Mijarên Din