Cotkarên Şedadê careke din zeviyên xwe diçînin

Buhabûna sebzeyan û ketina  lîreya Sûriyê li beramberî dolar, berê cotkaran da çandina sebzeyan. Komîteya Çandiniyê jî destekê dide cotkaran da ku pêwîstiyên herêmê pêk bînin.

Buhabûna sebzeyan di nav sûkên herêmî de cotkarên gundewarên navçeya Şedadê teşwîq kirin ku sebzeyan biçînin û pêdiviya herêmê peyda bikin. Da ku hilberîna zêde jî bi erzanî  bifroşin.

Ketina lîreya Sûriyê li beramberî dolar û piştî ku rêya M-4 a navnetewî ket bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêdiviyên jiyanî biha bûn.

Bihayên kelûpelan di navbera herêman de ne mîna hev in. Ji ber ku lêçûna veguhestina kelûpelan ji bajarekî ber bi bajarekî din ve bilind in. Piraniya kelûpelan ji sûka navendî ya bajarê Hesekê li ser bajarên din têne belavkirin.

Ji bo peydakirina pêdiviyên herêmê, kêmkirina lêçûnan û ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li herêmê bi dehan cotkarên navçeya Şedadê bi hevkariya Komîteya Çandiniyê rûberên fireh bi sebzeyan çandin.

Cotkarê bi navê Ebdulqadir El-Selûm ji ANHA’yê re axivî. El- Selûm got: “Ez ji berê ve sebzeyan diçînim. Lê ji ber qutbûna çemê Xabûr demara stratejîk a çandiniyê, dest ji çandiniyê berda.”

HEVKARIYA KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ EW TEŞWÎQ KIRIN KU ZEVIYAN BIÇÎNIN

El-Selûm diyar kir ku sedema sereke ku hişt em vegerin çandiniyê buhabûna sebzeyan di nav sûkan de û hevkariya Komîteya Çandiniyê ye, ku soz da wê tevahiya hêsanan bi rêya ruxsetan ji wan re pêşkêş bike.

El-Selûm destnîşan kir ku zeviyên wan berhemdar in û tê de tevahiya cureyên sebzeyan, bequlî, guncî û hwd têne çandin.

El-Selûm axaftina xwe wiha domand: “Di  vê demê de bi sedan donim zevî bi gelek cureyên sebzeyan hatin çandin. Cureya herî girîng bacanasor e. Kîloya wê gihaşt derdora dolarekê. Sedema sereke ya çandina sebzeyan ew e ku pêdiviyên malê peyda bikin û hilberîna zêde bi erzanî bifroşin.”

KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ DERFETAN JI COTKARAN RE AVA DIKE

Endama rêveber a Komîteya Çandiniyê Beraa El-Xelîf destnîşan kir ku gelek cotkaran serdena wan kirin da ku ruxsetên çandiniyê werbigrin, ji bo ku li ser beravên çemê Xebûrê sebze û pembo biçînin.

Komîteyê destnîşan kir ku ji bo hêsankirina karê cotkaran kertên ruxsetan orgenîze kirin. Da ku cotkar bi rêya wê sotemenî û semad li gorî rûberên zeviyan werbigirin.

Beraa diyar kir ku para her donimek ji mazotê 8 lître ye û semad 30 kg. Ger bîr hebe para mazotê 25 lître ye.

Cotkarên navçeya Şedadê ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011`an de pembo neçandibûn. Niha carek din li rex çandina sebzeyan pembo diçînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din