Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Reqayê 55 hezar ton genim ji cotkaran wergirt, her wiha li gorî buhayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiriye, dest bi dayîna heqê fatoreyan kir.

Şîrketa Pêşxistina Çivaka Çandiniyê ya Reqayê li gorî buhayê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 17 centên amerîkî diyar kiriye, dest radestbirina fatoreyên genim ji cotkarên Reqayê re kir.

Li gorî berpirsê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê, fatoreyên bi pileya başbûna genim a 4’an hatin radestkirin û buhayê wê gihaşt 390 lîreyên Sûriyê, li gorî nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar di vê demê de.

Komîteyê 55  hezar ton genim li 5 navendên ku Komîteya Çandiniyê diyar kirine, wergirtin; navenda Bedir, Şinîne, Selhebiyê, Rafiqa û Kebiş.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê endazyar Ehmed Elî wiha got: "Xebata radestkirina fatoreyan bi awayekî bi rêk û pêk dimeşe û tu pirsgirêk tune ne. Buha li gorî mezaxtinê ji cotkaran re baş e û tu gilî ji tu cotkaran nehatine."

Ehmed Elî wiha domand: "Me rojên yekşem û çarşemê ji bo radestkirina fatoreyan diyar kirine, heta niha 180 fatore hatin radestkirin. Her wiha me ji cotkaran re got heke tu pirsgirêk di fatoreyê de derketin piştî radestkirinê, agahdar bikin ku careke din li madeyê vegerin."

Rêveberiya Xweser piştî daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar, buhayê genim bi 17 centan diyar kiribû û dê fatore li gorî lîreyê Sûriyê û mezaxtina dolar bê radestkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din