Cotkarên Minbicê dest bi danîna şitilan kir

Ji destpêka meha Sibatê ve cotkarên Minbicê dest bi danîna şitilên sebzeyên havînê yên wekî bacan, xiyar, îsot, bacanên reş û xirtik kir.

Her sal di destpêka meha Sibatê de cotkar dest bi çandina şitilgehên sebzeyên demsala havînê dikin. Şitil di nava 2 mehan de  beriya cotkar wan bibin cihên taybet, dipişkuvin.

Axa Minbicê ji çandiniyê re guncaw e, lewma ji destpêka meha Sibatê ve cotkar dest bi danîna şitilên sebzeyên demsala havînê dikin. 

Cotkarê bi navê Şihadê Sado ji bajarê Minbicê ye û serpereştiya bostanê şitilan dike. Sado wiha dibêje: "Ji beriya deh rojan ve me dest bi danîna şitilên sebzeyên demsala havînê kiriye, ji van sebzeyan; baçan, îsot, baçanên reş, xirtik û xiyar in."

Şihadê Sado wiha pê de çû: “Ji ber lîreyê Sûriyê beramberî dolar daketiye, barê cotkaran zêde bûye, vê yekê jî bandor li cotkaran kir. Lewma tevî zehmetiya kar lê bihabûna madeyên bingehîn ên çandiniyê, ji bo cotkaran bû kelem.”

Di milekî din de rêveberê Komîteya Çandiniyê ya Minbicê Mihmed Hemûd axivî û got Komîteya Çandiniyê piştgiriya cotkaran û dayîna mazotê nîqaş dike. Ji bo her donimekê dê 50 lître mazot bê wergirtin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din

HPC parastina welat dike