Cotkarên Dêrazorê: Heke aloziya avê berdewam bike dê berhemên me zerarê bibînin

Ji ber daketina berdewam a rêjeya ava çemê Firatê, xebatên piraniya komeleyên cotkaran ên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê hatin rawestandin. Ji bo parastina berhemên çandiniyê yên Havînê jî, hin tedbîrên altirnatîf hatin girtin.

Dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li dijî tevahî gelê Sûriyê de hemû qanûn û pîvanên navnetewî binpê dike. Tirkiyê qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê berdewam dike ku dibe ev yek keraseteke mirovî bi xwe re bîne.

Şêniyên Dêrazorê ku debara xwe bi çandiniyê dikin û berhemên xwe ji çemê Firatê ava didin, niha li ser xerabbûna berhemên xwe yên Havînê bi fikar in. Bi taybetî li ser berhemên wekî pembû, kuncî û sebzeyan ku li seranserê herêmê tên çandin û bi hezaran malbatên karker pê dabara xwe dikin.

Serokê Komeleya Cotkaran a herêma Hecînê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Loey El-Hemûd di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re destnîşan kir ku berdewama qutkirina ava Firatê dê bi xwe re keraseteke mirovî bi xwe re bîne. Her wiha piştrast kir ku ava çemê Firatê ji zêdetirî 30 metroyî daketiye, ji ber vê yekê jî kişandina avê ji bo avadana berhemên çandiniyê û sewalan, zehmet bûye.

Loey El-Hemûd her wiha tekez kir ku Tirkiyê hewl dide gelê Sûriyê birçî bike û siyaseta ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê daye meşandin, berdewam bike. El-Hemûd bang li civaka navnetewî kir ku bi lez destwerdanê bikin û zextê li hikumeta faşît a Tirkiyê bikin da ku avê Firatê bi rêjeya berê derbasî erdên Sûriyê bike.

Serokê Şaredariya Gel a herêma Kesra ya gundewarên rojavayê Dêrazorê Xeyas El-Ferec jî diyar kir ku ji ber kêmbûna ava Firatê piraniya pompeyên avdanê ji xizmetê derketine. Li ser wê yekê û ji bo parastina berhemên çandiniyê yên Havînê, şaredariyê hin tedbîrên wekî paqijkirina qenalên avdanê û çêkirina qenalên din ji bo kişandina ava çem a mayî kir. Di wê çarçoveyê de qenala komeleya Kesra bi dirêjahiya 2200 metro û bilindahiya metr nîvekê hat çêkirin û 3 pompeyên avdanê li ser hatin danîn.

Xeyas El-Ferec piştrast kir ku şaredarî karê xwe li qenalên mayîn jî berdewam dike û dê di çend rojên pêşîn de bi dawî bike.

Gelek cotkarên din ên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê jî ji ANHA`yê re tekez kir ku heke berhemên me wekî tê xwestin neyên avdan dê di demeke nêz de xerab bibin, nexasim pembû ku pêwîstiya wê bi miqdarên zêde yên avê heye.

Yek ji cotkarên gundewarên rojavayê Dêrazorê Mihemed El-Mensûr wiha got: "Ji ber kêmbûna ava Firatê û negihîştina wê jib bo pompeyên avdanê, zerareke mezin gihîşt berhemên me. Lewra Şaredariya Gel hin tedbîr girt. Lê belê ew tenê wekî çareseriyeke demkî ye û pêwîstiya me bi çareseriyeke demdirêj heye ku rêjeya ava çemê Firatê wekî berê vegerîne.

Mihemed El-Tesi ku ji cotkarên herêma Hecînê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye, nerazîbûna xwe ji ber kêmbûna ava Firatê anî ziman û piştrast kir ku pêwîstiya berhemên wan û bi taybetî pembû û garisê zer bi semad, derman û avê heye.

Cotkaran bang li aliyên têkildar, komeleyên mirovî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku zextê li hikumeta Tirk bikin û keraseta mirovî ku dê di encama berdewamkirina qutbûna avê de derkeve, di ber çav re derbas bikin.

(cx)


Mijarên Din