Cotkaran li Minbicê dest bi çinîna berhemên zivistanê kir

Cotkarên Minbicê dest bi çinîna hilberînên demsala zivistanê kiriye û li bazarên bajêr difiroşin. Saziya çandiniyê jî hewl dide piştgiriya wan bike.

Axa zeviyên gundên derdora Minbicê dewlemend e û ji bo çandina cureyên sebzeyan ên cuda, baş e. Her wiha hewayê wê ji bo çandiniyê guncaw e û av lê peyda dibe. Ji ber wê cotkar li gundewarên bajarê Minbicê sebzeyên zivistanê diçînin.

Sebzeyên zivistanê yên ku cotkar diçînin sebanix, silk, xes, tivir, bexdenûs, beqle, gêzer, pîvaz, sîr, kelem û qernebît (zehra) in.

Cotkarê bi navê Şihadê Sado yê ji gundê El-Yasitî li rojhilatê bajarê Minbicê têkildarî çandiniya sebzeyên demsala zivistanê axivî û got çandina sebzeyên zivistanê her sal di meha Tebaxê de dest pê dike û hilberandina sebzeyan heta dawiya zivistanê dewam dike.

Şihadê Sado destnîşan kir ku wan dest bi çinîna hilberînênên zivistanê kiriye û piştre dişînin sûkên bajêr û li wir difiroşin. Bi vî şeklî debara xwe dikin û rêgeza xwetêrkirinê peyda dikin. Pêwîstî bi anîna sebzeyan ji derve namîne.

Cotkar amadekariya danîna hingaran dikin da ku tê de sebzeyên zivistanê biçînin. Şihadê Sado diyar kir ku hingar sebzeyan ji qeşayê diparêzin û atmosfereke guncaw ji bo gihandina sebzeyan çêdikin.

Şihadê Sado îşaret bi buhayên zebzeyan kir û got: "Buhayê kîloyeke qernebît 500 lîreyên Sûriyê ye, kelem jî bi heman buhayî tê frotin. Lê xes li bazarên bajêr bi 400 lîre tê firotin." 

Sado destnîşan kir ku divê mehê carekê derman li berheman were reşandin. Her wiha hefteyê carekê bêne avdan û semadkirin.

Saziya Çandiniyê ya Minbicê pêwîstiyên cotkaran ên wekî mazot û semad dabîn dike. Heta niha 5 caran mazot li cotkaran hatiye belavkirin û ji bo her lîtreyekê 75 lîreyên Sûriyê wergirtiye.

(eh)

AHNA


Mijarên Din