Cotkar ji biryara tawîzkirinê ya ji hêla Rêveberiya Xweser ve, kêfxweş in

Cotkar û kesên di zirarên şewatên berhemên çandiniyê re derbas bûne, kêfxweşiyên xwe ji biryara Rêveberiya Xweser a tawîzkirin û pêşkêşkirina tovan a bê pere, diyar kirin.

Berhemên cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewîtin.

Li gor serjimariya li gel Desteya Aborî û Çandiniyê, rûberên şewatan gihaştin zêdetirî 435 hezar û 500 donimî ku li ser tevahî bajar û herêmên Rêveberiya Xweser belav dibin.

Li gor agahiyên li gel desteyê yên heyî, hejmara cotkarên zirar di şewatan de dîtine, gihaşt 6 hezar û 36 cotkar û wiha ne; Herêma Firatê 948, Cizîrê 4 hezar û 250, Dêrazor 79, Reqa 54, Tebqa 649, Minbic 66. Her hejmara giştî ya ziraran jî 19 milyar lîreyên Sûriyê ye.

Di 30’yê vê Îlonê de Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar stand ku her corkarek ku zirar ji ber şewatê gihiştiyê, dê tovê ji navendên belavkirinê yên girêdayî Desteya Aborî û Çandiniyê bê pere, wergirin.

Di vî warî de hin cotkarên ku di şewatan re derbas bûne, kêfxweşiyên xwe der barê biryarê de anîn ziman û wiha gotin: "Ev biryar cotkaran teşwîq dike û lêçûnan kêm dike."

Cotkarê bi navê Abdurehman Mihemed ê ji gundê Çarxelî yê rojava bajarê Girê Spî ye wiha da zanîn: "Nêzî 100 hêktar ji gunim û cih şewitîn."

Mihemed wiha domand: "Biryara ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya piştevaniya cotkarên ku di ziraran re derbas bûne, biryarekî baş û guncaw e. Ji ber ku cotkaran teşwîqî çandiniyê dike û lêçûnan sivik dike."

Cotkar Ehmed Semo Hemo ji mezreya Çarix Ebdû ye Rêveberiya Xweser spas kir û wiha pê de çû: "Ne ji biryara ku ji hêla Rêveberiya Xweser de derketiye, min nikarî zeviya xwe ya ku bi rûbera 400 donim bi sedema deynin di mewsima borî de heye, biçanda."

Ji aliyekî dîtir ve jî cotkar Îsmaîl Mistefa Elî yê ji gundê Girê Sor ê Jêrîn ê rojavayê bajarê Girê Spî ye wiha lê zêde kir: "Berhema genim a bi rûbera 80 donimî şewitî. Lê pilana Rêveberiya Xweser a piştgiriya cotkaran êrênî ye."

Navçeya Tirbespiyê ji herêmên herî rastî zirarên şewatan hatiye, cotkarên wê biryara Rêveberiya Xweser bi kêfxweşî pêşwaz kir.

Ehmed Mistefa Silêman ji şêniyê gundê Kerdîm îşaret pê kir ku tevahî zeviyên gund di rastî pêla şewatê hatin. Her wiha jî biryara Rêveberiya Xweser  a tawîzkirina cotkaran ji tovê, di demeke pêwîst de hat û gaveke êrênî ye.

Husên Silêman Elî jî cotkarê navçeya Tirbespiyê ye destnîşan kir ku biryar guncaw û baş e û ber bi pêşxitin û pêşketina çandiniyê ve ye.

Li dawiyê jî Mihemed Husên ji gundê Kerdîm Helîme yê ku 22 donimên wî şewitîne diyar kir ku biyara tawîzkirinê ya tovê, rêyeke rast e. Her wiha jî da zanîn ku çi biryar di piştevaniya cotkaran de bê standin, piştevaniya aboriya civakê dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din