Cînayeta Olof Palme û lîstokên li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan

28’ê Sibata 1986’an saet di 23.00’an de dema ku serokwezîrê Swêdê Olof Palme bi hevsera xwe re ji sînemayê derket, bi çekan êriş lê hate kirin û hate qetilkirin. Dûre li dijî Kurdan pêla girtinê dest pê kir. Lê belê piştî 34 salan rastî derketin holê. Sûcdar kî bûn? Kê û çima li dijî Kurdan komployeke bi vî rengî çêkir? Divê ji niha û pê de Kurd çi bikin? 

Vê bûyerê li cîhanê dengekî bilind veda. Ew lîderê sosyal demokrat ku digot divê Kurd jî herî kêm bi qasî gelên din xwedî mafan bin û di serî de DYA, gelek dewletên Rojava bertek nîşanî wî dan, çima û ji aliyê kê ve hatibû kuştin?

Olof Palme saet di 23.00’yan de hatibû kuştin lê rojnameyên Tirkan ku di saet 05.00’an de têne belavkirin anku beriya kuştina wî hatibûn çapkirin, manşetên wekî “PKK’ê Olof Palme kuşt” danîn. Dûre jî şefê polîsan ê Stockholmê Hans Holmer hê ku tu delîl tune bûn, îdia kir ku PKK’ê Olof Palme kuştiye û li dijî Kurdan dest bi pêla girtinê kir. Bi sedan Kurd krîmînalîze kirin, hatin destgîrkirin û lêpirsîn lê vekirin. Hinek jî bi salan di zindana de hiştin.

Ji aliyekî din ve ji roja destpêkê ve gelek derdoran jî diyar dikir ku ev cînayet bi destê Gladioyê ya girêdayî NATO’yê û bi hevkariya Polîsên Ewlehiyê yên Swêdê (Sapo) hatiye kirin. Hê ku cînayet pêk nehatibû, çapemeniya Tirkiyê bûyer serwîs kir û ev jî îhtîmala ku Gladioya Tirk jî tevkariya vê cînayetê kiriye, xurt dike.

Piştî 34 salan 10’ê Hezîrana 2020’an roja çarşemê saet di 09.30’an de li paytext Stockhomê serokê ‘Komîsyona Lêlokînkirina Bûyera Kuştina Olof Palme’ Kriter Petersson û endamê heman komîsyonê Hans Malender civîneke çapemeniyê li dar xist û daneyên lêkolîna xwe ya têkildarî bûyerê ji raya giştî re parve kirin. Dozger Krister Petersson siyasetmedarê partiyeke rastgir ê bi navê Stig Bergstrom wek kujerê Palme nîşan da û got ji ber ku ew kes miriye, nikare dozê lê veke. 

Piştî vê daxuyaniyê di serî de Ewropa, Kurdên li tevahiya cîhanê û dostên wan dest bi hewldanan kir. Ji ber ku kuştina Palme ne bûyereke ji rêzê bû û bi ser de jî derî li ber dewleta Tirk a faşîst vekiribû ku êrişên xwe yên li dijî Kurdan meşrû bike. Bi yekê jî hem li Kurdistanê hem jî li gelek welatên cîhanê Kurd hatin krîmînalîzekirin û li dijî wan dest bi êrişên qirkirinê kirin. Ev bûyer ji bo êrişên li dijî PKK’ê yên li Almanya, Fransa û dewletên din ên Ewropayê kiribûn bingeh. Îlankirina PKK’ê wek rêxistineke terorîst û dewleta Tirk ji vê yekê piştrast bû û pê re gund vala kirin, her wiha cînayetên faîlî mechûl, qetlîamên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê û bi hêsanî qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Parîsê, hêza xwe ji kuştina Olof Palme digirt. Bi hezaran Kurdên ku li Ewropayê dijîn, hatin lêpirsînkirin, xistin girtîgehan, cezayên pere lê birîn û mafên wan ên welatîbûn û niştecihbûnê jê standin û ev tev jî piştî wê bûyera kuştinê pêk hatin.

Heke îro dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bi rehetî dikarin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bikin û çiya û gundên Başûrê Kurdistanê bê navber bombebaran dikin, sedemeke xwe jî ew e ku cînayeta Olof Palme xistibûn stûyê PKK û Kurdan.

Ev bûyer yekser Kurdan û tevgera azadiyê eleqedar dike û ji ber vê yekê jî nabe ku mirov vê bûyerê wek bûyereke ji rêzê bibîne û tenê wek bûyereke li Ewropayê qewimîbe, bibîne. 

Çima hewcedarî pê dîtin ku bi cînayeta Olof Palme Kurdan krîmînalîze bikin û demxeya terorîst li PKK’ê bidin?

Piştî şoreşa li Îranê milîsan bi ser konsolxaneya DYA’yê de girt û gelek belgeyên tê de desteser kirin. Di belgeyekê de mijara Apociyan jî tê nirxandin û wek tevgereke ku divê bê rawestandin, dihate pênasekirin. Vê nirxandinê nîşan dida ku DYA û Gladîoya NATO’yê dikare li dijî PKK’ê her cure êriş û çalakiyê bike.  Beriya wê jî nûnerê Gladîoyê yê li Tirkiyê Dogu Perînçek û rojnameya Aydinlik ji destpêka derketina Apociyan ve li gorî belgeya DYA’yê tev digeriyan. Ji aliyekî din ve hinek rêxistinên ku xwe wek rêxistinên Kurdan danasînin ên nîjadperest û bûrjûvaya biçûk jî ketibûn nav hewldaneke bi heman rengî. Heta endamên komê yên ku ji Enqereyê berê xwe dabû Kurdistanê, PDK-T bi awayekî vekirî ew tehdît dikirin. Qetilkirina Hakî Karer bi destê Gladîoya Tirk, nîşaneya destpêkê ya bûyerên dûre bû. Lewma jî zayîna komê û pêşveçûna wê, pir bi zor û zehmet dibe. Gelek rêxstin bi desteka noker û mêtingeran li hemberî vê komê dest bi şerê îmhayê dikin. Ev êriş bi propagandayên manîpulatîf pêk tên. Hê ku tu partî yan jî çalakî tune bûn, ev qas zêde dijmin hebûn û vê yekê jî nîşan dida ku tevgera azadiyê ya Kurdan têra xwe li ser rêyeke rast e. Li hemberî van êrişan rêya têkoşîna çekdarî tê hilbijartin û PKK jî dibe navê vê tercîha birêxistinkirî.

Piştî êrişên faşîst ên piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Tirkiyê, gelek rêxistin tasfiye bûn û hinek derketin derveyî welat û ketin nava lêgerînan. Rêber Apo jî ji ber şert û mercan û ji bo amadekariyan pêşengiyê ji bo avakirina bereyeke antîfaşîst a hevpar li gel wan rêxistinan dike. Yanî li gorî rêber Apo derveyî welat cihê jiyaneke nû nîn e, berevajî wê, cihê amadekariyan e ku sozên dane gel û şehîdan pêk bînin.

Piştî vê qonaxê kampanyaya “Ji Apo re na!”  didin destpêkirin. Bi vê sloganê hewl didin bi PKK’ê bidin qebûlkirin ku sozên xwe ji bîr bike û teslîm bibe. Di heman pêvajoyê de li zindanan jî îtîrafkarî tê ferzkirin. Ji ber ku rêber Apo û PKK berxwedan û israra azadiya Kurdan tercîh dikir, rastî êriş û dorpêçeke tund dihat. Dewleta Tirk a dagirer dibîne ku li hemberî PKK û Rêbertiyê nikare encamekê wergire û di sala 1985’an de hawara xwe dibe cem NATO’yê. Bi vî awayî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikeve qonaxeke din. Hin derdorên qaşo muxalîf ên ku digotin berwedan dibe sedema êrişên dagirkeran û berxwedan red dikir, li şûna ku faşîzmê bikin hedef, PKK tawanbar dikir û hewl dida rêber Apo reş bikin. A rastî, ev yek jî rêbazeke şerê taybet bû û ev rêbaz hê jî tê meşandin.

Ji bo ku ev êrişên giran û dorpêç were têkbirin, Rêbertî hewl dide desteka hin dewletên Ewropayê hilde. Welatê herî guncaw jî Swêd e. Serlêdana îltîcayê bo wî welatî tê plankirin. Nêzîkatiya Olof Palme ya ji bo welatên cîhana sêyemîn û peyamên têkildarî Kurdan dane, ji bo pêngaveke wiha Swêdê karîger dikin. Va ye Palme di pêvajyeke wiha de tê qetilkirin. Swêd ji hêla Rêbertî ve wek welatekî dost tê tercîhkirin lê bi cînayeta Olof Palme ji bo PKK û Kurdan dikin navenda ku lê ferman tê nivîsandin. Cînayeta Palme dibe destpêka ku PKK wek rêxistineke terorîst bê îlankirin û Kurd werin krîmînalîzekirin.  

Piştî 34 salan îro jî bûyerên wekî wê pêvajoyê diqewimin. Hin derdorên ji xwe re dibêjin rêxistinên Kurdan, êrişên dewleta Tirk a faşîst na, PKK’ê tawanbar dikin. Li Bakur û Başûr, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê PKK’ê tawanbar dikin. Dikevin ber milê dagirkeran û hewl didin destkeftiyên Kurdan binpê bikin. Hêzên ku dibêjin “Bila PKK ji Başûr, ji Rojava derkeve. HDP bê girtin.” an jî “Bila HDP ji PKK’ê re bibêje terorîst, heke nebêje dê ev yek bê serê wê.” diyar e ku ji dîrokê tu dersek hilnedane. Balkêş e ku derdorên ku PKK’ê tawanbar dikin, her wekî berê îro jî bi hêzên dagirker û dewleta Tirk re dikevin nava têkiliyan û dibin aktorên sereke yên Komploya Navdewletî.

Yên ku li ber xwe didin, bi rûmeta xwe kevneşopekê ji dîrokê re dihêlin. Noker û xayîn çi bikin jî Ii hemberî berdxwedanê dê têk biçin. Îro jî yên ku tu demekê di nava berxwedanê de cih negirtine û heta li gel dijmin her cure tifaqên qirêjî pêk anîne,  divê li rewşa xwe binêrin û di xebatên ji bo yekitiya neteweyî de li doza Olof Palme binêrin. Vê dozê careke din nîşanî me da ku rastî çi qasî xwedî înad in û nikarin werin veşartin. 

Sûcadr diyar e; NATO û Gladîya Tirkan. Heke ev rastî li holê ye û hê jî Kurdan tawanbar dikin û faşîzma dewleta Tirk dişofînin, hebe nebe plangeriya îxanetê û nokeriyeke kûr e.

Va ye di çarçoveya van rastiyan tevan de divê cînayeta Olof Palme dîsa bê lêkolînkirin û kujer bên aşkerakirin. PKK û Kurd bê sûc in lê divê pirsa “Sûcdar kî ye?” jî li holê nemîne. Divê ji derdorên noker re jî bê bibîrxistin ku heta ku helwesta wan neguhere, dê hevkarên vî sûcî bin.  Sûcdar ew in ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û yên çav li dagirkeriyê girtin. Her wiha nokerên dijminê gel in ku dibêjin hema bila PKK têk biçe, kî bi  ser dikeve bila bi ser bikeve.

ANHA