Çîn: Divê Enqere êrîşên li ser bakurê Sûriyê rawestîne

Wezareta Karên Derve ya Çînê bang li Tirkiyê kir ku êrîşên li ser Sûriyê rawestîne û vegere rêya rast.

Li gorî Reutersê Wezareta Karên Derve ya Çînê li ser zimanê berdevkê wezaretê Jing Shuang di civîneke çapemeniyê ya li paytext Pekînê de got divê dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û li rêya rast vegere.

Li qada navdewletî bi awayekî mezin êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne şermezarkirin. Gelek dewletên Ewropayê firotina çekan ji Tirkiyê re qedexe kir, her wiha Amerîkayê cezayên aborî lê ferz kirin.

(bx)


Mijarên Din