Çiya Kurd: Daxuyaniyên Lavrov dewleta Tirk û Îranê li dijî Rêveberiya Xweser sor dikin

​​​​​​​Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bersiv da daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û diyar kir ku ev daxuyanî zemînekê ji bo sorkirina dewleta Tirk û Îranê li dijî Rêveberiya Xweser ava dike û got "Ne çareserkirina doza Kurd, dê karesatekê bi xwe re bîne."

Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de duh duşemê gotibû doza Kurd ji ber girtekên Amerîkayê li Sûriyê dê biteqe. Lavrov îdia kir ku Amerîka hewl dide hikumeteke xweser a Kurdan li bakurê Sûriyê ava bike.

Der barê vê mijarê de Bedran Çiya Kurd, bi analîzekê bersiv da Lavrov û piştrast kir ku herî baş ew e ku Rûsya rolekê di kêmkirina asta rageşiyê de bilîze û rê li pêşiya gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên di bin hegemonyaya Rûsyayê de bilîze.

Bedran Çiya Kurd di nirxandina xwe de îşaret bi van xalan kir:

"Çareserkirina doza Kurd li Sûriyê, Tirkiye û Îranê rêya ber bi guhertina demokratîk ve ye û çareserkirina hemû pirsgirêkên bingehîn e ku dihêlin ew rejîmên desthilatdar, hegemonîk û çewisandinê bikin û demokrasiyê bifetisînin.

Reva ji çareserkirina doza Kurd ji hêla wan pergalan ve, tê wateya reva wan ji guhertinê û demokrasiyê. Êdî tu çare ji bilî çareserkirina doza Kurd tune ye. Ev doz ji her demê bêtir xwe ferz dike. Berovajî reftarên wan, heke siyaseta redkirin û înkarê bidomînin, ev dê bibe sedema teqîneke trajedîk li pêşiya pergalên zordest û dê tev li karwanê Bihara Gelan bin, ne ku mîna hin kes dibêjin çareserkirina dozê dê bi xwe re karesatekê bîne.

Kurd veguherîn hêzêke siyasî û leşkerî. Êdî roleke stratejîk û bingehîn di têkoşîna li dijî terorê ya navneteweyî de lîstin. Karîn tevahiya pêkhateyên herêmê tev li xwe bikin û bi hev re kar kirin da ku ji terorê rizgar bibin û atmosfereke siyasî ya demokratîk ava kirin. Ji ber wê, pergalên dagirkerên Kurdistanê bi taybet, bi fikar in. Projeya siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevsengî di navbera tevahiya xebatên siyasî û leşkerî li Sûriyê ava kir û li aliyê din roleke stratejîk di ferzkirina xebata siyasî û demokratîk de lîst. Lewra jî hemû ferzkirinên hewldanên çareseriya siyasî li Sûriyê têk çûn.

Ev jî nîşanî me dide ku her hevkariyeke neyînî bi Kurdan û şirîkên wan re li Sûriyê ji hêla hêzên mezin ve, dê zirarên stratejîk li herêmê li ser asta têkoşîna li dijî terorê bigihîne wan. Ji aliyekî din ve dê bibe mîna gotina “Zeytê berdin ser êgir” be û siyasetên dijminahî û firehkirinê yên dewleta Tirk û Îranê li herêmê gur bike. Her wiha Sûriyê ber bi înad û berdewamkirina siyasetên heyî ve bikişîne. Lewra gelek girîng e ku doza Kurd û guhertina demokratîk li herêmê ji teşeya bikaranîna wê wek amûrekê ji bo pêkanîna berjewendiyên navneteweyî û herêmî yên dewletên têkildarî aloziya Sûriyê were derxistin, ji ber ku di bingehê de doza Kurd ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê rêgezeke bingehîn e. Lewre bikaranîna wê bi vê teşeyê, dê çareseriya siyasî li Sûriyê bike amûra pêkanîna peymanên wan dewletan û dê ji hemûyan re bê îstîsna windahiyek be.

Daxyuyaniyên dawîn ên wezîrê karên derve yê Rûsyayê tu zemînekê ji bo çareseriyê û aramiyê ava nakin. Lê belê zemînekê ji bo sorkirina Îran û dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ava dikin. Ya herî baş ew bû ku Rûsya rolekê di kêmkirina asta nakokiyê û rêgirtina li pêşiya gefên dewleta Tirk ên domdar li dijî herêmên me û herêmên di bin hegemonyaya Rûsyayê de bilîsta. Her wiha rolek di kêmkirina asta nakokiyê û rawestandina gefên Tirkiyê li dijî Qefkasyayê de bilîsta ku dewleta Tirk şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de gur dike, ruxmî ku Amerîka li dijî berjewendiyên Rûsyayê destekê dide Tirkiyê û li dijî berjewendiyên Îranê destekê dide Îsraîlê.

Di şerê li Qefkasyayê de kokeke xwe ya dîrokî û çarenûsî ya dewleta Tirk û Rûsyayê heye. Lewre baştir bû ku Rûsya rolekê di pêkanîna ewlehî û çareseriya siyasî li Sûriyê de bilîsta, ne berovajî wê. Rûsya di dosyaya Sûriyê de aliyekî çalak û bibandor e. Gelek destkeftiyên mezin li Sûriyê bi dest xistin. Heke dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, dê kaxizan careke din li hev bixe û vegerin çargoşeya destpêkê. Ev yek dê vedîtina çareseriyeke siyasî û demokratîk li gorî hêviyên gelê Sûriyê girêktir bike. 

Ji Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA`yê, tê xwestin ku helwesteke cidî û diyar girêdayî pêşeroja herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî ve nîşan bide, bêyî ku binixumîne û hinek alî jî vê yekê bi kar tînin, wekî diyar dibe ku planên gelekî veşartî hene, armanca wê parçekirina Sûriyê ye.

Heke Koalîsyonê bi hevalbendiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ku berdêleke mezin li hemberî terora cîhanê da û destkeftiyên mezin û dîrokî bi dest xistin, veneguherandin destkeftiyên siyasî yên domdar û ewlehî li herêmê peyda nekir, dê ev kedên ku hatine dayîn vala biçin û dê teror careke din vegere û gefê li aştiya cîhanî û herêmî bixwe.”

(şx)

ANHA