Ciwanên Til Temirê beşdarî pêngava "Em ê teqez bi serkevin'' bûn

Ciwanên navçeya Til Temirê bi meşekê tevlêbûna xwe ji bo pêngava "Em ê teqez bi serkevin'' ragihandin.

Tevgera Ciwanên Şoreşer ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Til Temirê  meşek li dar xist.

Ciwanan li gel bilindkirina alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û posterên Rêber Abdullah Ocalan ji ber navenda ciwanan a navçeyê dest bi meşê kir.

Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin qîrkirin.

Meşe ku li gelek kolanên navçeyê dewam kir li navenda ciwanan zivîr û mîtîngeke pêk hat. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Semer Ebdulbaqî daxuyanî xwend û got:

"Em di pêvajoyeke hestiyar re derbas din, wekî hereketa ciwanan gelek erk ji me tê xwestin, ji wan parastina welat, rûmet û destkeftiyên şoreşê ne.

Em di Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de pêngava xwe ya em ê teqez bi serkevin radighînin. Em ê erka xwe ya şoreşgerî li hemberî hemû êrişên leşkerî û fikirî yên li dijî gelê me bi taybet ên li dijî ciwanan pê bînin. Em ê li hemberî hemû êrişên ku exlaqê civaka me dike hedef bi cih bînin.

Ji vir, em pêngava xwe radighînin, bi rihê vê pêngavê em ê teqez bi serkeftin û ji bo parastina destkeftî û welat em ê bibin mertalên zindî.

Pêngava em ê teqez bi serkevin dê bibe pêngava azadkirina rêber Apo û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em serekftina gerîlayan a li Heftenînê li hemberî faşîzma dewleta Tirk pîroz dikin û piştgiriya xwe ji hemû hevalên li wir radighînin."

ANHA


Mijarên Din