Ciwanên Tebqayê li dijî xeteriyên hişbirê pêngavek dest pê kir

Bi diruşma "Na ji hişbirê re" endamên tevgerên ciwanan li Tebqayê pêngaveke zanabûn û rênîşan li hember xeteriyên hişbirê da destpêkirin.

Têkildarî xeteriyên hişbirê tevgerên ciwanan pêngava ′Na ji hişbirê re′ da destpêkirin. Di daxuyaniyê de endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqa, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd El Yetîm li pêş navenda Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Hîna şerê taybet li dijî ciwanên me û hewldana wêrankirina pêşeroja wan dewam dike. Armanca wî şerî enerjiya ciwanan têk bibin û rûbirûyî acizbûn û binkeftinê bihêlin.

Ji ber ku herêmên Rêveberiya Xweser li rex herêmên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker re bû armanca şerê wan ê taybet.

Di vê dema dawî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek bazirganên hişbirê û yên qaçaqciya wê dikin girtin û mîqdareke mezin a hişbirê desteser kir.

Xeteriya hişbirê bi parastina sînor û ewlehiyê bi dawî nabe, tenê bi destpêkirina pêngavên zanabûn û rênîşanê ji bo parastina xeteriyên wê û zirarên wê li ser civakê bi dawî dibe.

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi perspektîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê pêngavek li dijî pandemiya hişbirê bi diruşma ′Na ji hişbirê re′ da destpêkirin.

Em ê bi rêya lidarxistina panelên diyalogê û tenduristiyê û belavkirina belavokên rênîşan ku tê de xeteriya hişbirê eşkere bikin, pêngava xwe dewam bikin heta armancên xwe pêk tînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Li Firatê meşa ciwanan