Ciwanên Serêkaniyê û Hesekê ber bi Til Temirê ve dimeşin

Ciwanên herêma Serêkaniyê û Hesekê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dest bi xwepêşandanê kir. Tê payîn ku xwepêşandêr ber bi Til Temirê ve bimeşin.

Vê sibehê bi hezaran ciwanên Serêkaniyê û bajarê Hesekê li ber deriyê kampa Waşûkanî ya li bajaroka Tiwêne ya rojavayê Hesekê, kom bûn. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Dem dema azadiyê ye”, “Tekez em ê bi ser bikevin” û “Na ji dagirkeriya Tirk re” rakirin.

Xwepêşandêran bi dirûşmên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê û dirûşmên azadkirina rêber Ocalan, dest bi meşa xwe kir û dê 30 km ber bi navçeya Til Temirê ve bimeşin.

Xwepêşdêran ji ANHA`yê re pişrast kir ku çi dibe bila bibe, ew dev ji armancên xwe bernadin.

Endama rêveberiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Hesekê Besme Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, şermezar kirin.

Besme diyar kir ku ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û şerê taybet ê li ser ciwanan tê meşandin jî, ew ê çalakiyên xwe li qadên azadî û têkoşînê dewam bikin û got: “Tekez em ê bi ser bikevin û rêber Ocalan azad bikin.”

.

Endamê Nivîsgeha Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Sandî Mihemed jî bang li ciwanên Rojava kir ku tev li çalakiyên li herêmê tên lidarxistin, bibin û piştrast kir ku bi rihê ciwanan ku bingeha civakê ne, çi dibe bila bibe jî ew dev ji nirx û armancên xwe bernadin.

Tê payîn ku çalakî îro êvarê li Til Temirê bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din