Ciwanên Şedadê: Em ê welatê xwe ji dagirkeriya Tirkiyê biparêzin

Ciwanên navçeya Şedadê dijminatî û destwerdana dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê red kirin û gotin: “Em ê welatê xwe biparêzin.”

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze armaca xwe ya dagirkirina xaka Sûriyê bi rêbazên cur bi cur pêk bîne. Herî dawî jî avakirina “Herêma ewle” xiste rojevê. Pêkhateyên herêmê dagirkirin û destwerdana Tirkiyê red dikin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me bi hin ciwanên navçeya Şedadê re hevpevîn çêkir.

Ciwanê bi navê Basim Şiwêx got: “Tirkiye hewl dide têkeve xaka Bakurê Sûriyê ya ku bi keda qehremanên QSD’ê hatiye rizgarkirin. Gelê herêmê bi hevgirtinê ala serkeftinê ya li dijî terorê bilind kirin. Dagirkeriya Tirk bi rêya gefên dagirkirina herêmê hewl dide xeta sînor tevlî xaka Tirkiyê bike. Weke çawa Efrîn û gelek bajarên Sûriyê dagir kir. Ew jî bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê yên di bin hinceta parastina ewlehiya xwe de, pêk anî.”

Şiwêx diyar kir ku ciwanên bakurê Sûriyê û hemû pêkhateyên herêmê hevgirtî ne û wiha domand: "Derbarê parastina projeya xak û rûmetê de vîna me naşike. Em ê bibin mertal da ku parastina şêniyên xwe bikin û rêça şehîdên xwe yên leheng berdewam bikin."

Ciwanê bi navê Mihemede Elî jî got: “Konên mertalên zindî yên ku li tevahî bajarên Bakurê Sûriyê yên li ser sînor hatine vegirtin, nîşaneyên hevgirtina şêniyan bi axa xwe, redkirina dagirkeriya Tirkiyê, nameya sepandina hebûn û amadekariya parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

Elî di dawiya gotinên xwe de wiha axivî: “Em dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin. Ku jiyana xwe bidin ser jî, ti projeya ketina Osmaniyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê napejirînin. Em ê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din