Ciwanên Reqayê: Em ê xaka xwe biparêzin

Ciwanên Reqayê bang li ciwanên Sûriyê û yên li derveyî welat kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin û gotin, ew ê bi hemû hêzên xwe xaka xwe biparêzin.

Bi dehan ciwanên Reqayê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê ji bo şermezarkirina komkujiya li Til Rifatê ya li dijî zarokan li çarxerêya Neîm a navenda bajêr kom bûn.

Endamê Yekitiya Xwendekaran a Reqayê Ehmed El-Mihemed daxuyanî xwend û got: "Em ciwanên şoreşger ên Reqayê van êrişan û bêdengiya navdewletî ya li hemberî sûcên hovane bi tundî şermezar dikin, ji ber kiryarên ne exlaqî û ne qanûnî ne. Em ê li hemberî êrişkaran bisekinin û rê nadin wan ku derbasî herêmên me bibin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina Efrîn, Cerablus, Idlib, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê bixebitin.

Em ciwan me  gelek şehîd dane û ji bo pêkanîna serkeftinê em ê hîna jî bidin. Em bang li ciwanên Sûriyê û yên derveyî welat dikin ku xak û rûmeta xwe biparêzin  û li hemberî êrişên hovane yên Tirkiyê bisekinin."

ANHA


Mijarên Din