Ciwanên Reqayê: Em ê ji bo parastina gel û welatê xwe mertalên zindî bin

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Tekez em ê bi ser bikevin" îro li bajarê Reqayê li dijî sûcên artêşa Tirk ên li dijî  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Bi sedan ciwanên bajarê Reqayê û gundewarên wê, şêniyên Reqa û endamên saziyên bajêr tev li meşê bûn.

Xwepêşandêr li Qada Itfaiyê ya başûrê bajêr kom bûn û ber bi kolana Pira Kevn ve çûn. Xwepêşandêran li pêşiya Pira Kevn rawestiyan û li wir bi navê ciwanên Reqayê Fatima El-Xilêf daxuyanî xwend.

Di daxuyanî de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji beriya 9 salan ve aloziya Sûriyê keysbaz dike û hewl dide berjewendiyên xwe yên li herêmê pêk bîne, parçeyekî mezin ji xaka Sûriyê dagir kir, çeteyên Sûriye bi kar anî û destekê bide wan.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta Şamê di diyalogên çareseriya Sûriyê de ne aktîf e û wiha berdewam kir: "Heta serkeftinê û rizgarkirina xaka Sûriyê ji artêşa Tirk û çeteyên wê dê berxwedan berdewam be."

Di dawiya daxuyaniyê bang li tevahiya gelan û ciwan û jinên ciwan hate kirin ku xwe bi rêxistin bikin û ji bo parastina gel û welatê xwe bibin mertalên zindî.

(eh)

ANHA


Mijarên Din