Ciwanên PYD‘ê şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Ciwanên PYD‘ê şehîdên têkoşîna azadiyê li goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê bi bîr anîn û mûm li ser gorên wan vêxistin.

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo di çarçoveyên çalakiyên pêngava "Berxwedan Jiyan e" de ku ragihandine, serdana goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur kirin û mom li ser gorên şehîdan vêxistin.

Rêvebera Ciwanên PYD‘ê Nesrîn Hesen anî ziman ku armanca wan ji pêngavê bilindkirina berxwedanê ya li hembereî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Nesrîn diyar kir ku çalakiyên wan ên pêngava "Berxwedan Jiyan e"berdewam e heta tevahî herêm dagirkirî werin rizgarkirin û bang li ciwanan kir ku bi hemû rêbazan parastina gel û xaka xwe bikin.

ANHA


Mijarên Din