Ciwanên PYD civîna xwe salane li dar xist û gelek biryar girt

Ciwanên PYD`ê bi dirûşma “Dem dema birêxistinkirin û parastina şoreşê ye”, civîna xwe ya salane li dar xist. Di dawiyê de rêze biryar girt.

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nirxandina kar û xebatên sala borî civîna xwe salane li Sandîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan a li kantona Qamişloyê li dar xist.

120 delege ji ciwanên PYD`ê ji tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif tev li civînê bû.

Di civînê de piştî deqeya rêzgirtin, Foza Yusif axivî û got: “Gefên li dijî herêmê hîna berdewam in. heta niha niyeta hêzên navneteweyî tune ye ku aloziya Sûriyê çareser bikin. hikuemta Şamê li ser helwestên xwe yên redkirina çareseriyê, bi israr e. Kesên ku xwe bi opozîsyona Sûriyê bi nav dikin jî, xizmeta berjewendiyên dewletên derve dikin.

Foza axaftina xwe wiha domand: “Divê em pişta xwe nedin helwestên Amerîka, Rûsya û Ewropayê. Lê divê em siyaseteke rast û birêxistinkirî bimeşînin. Em erkên xwe li gorî berjewendiyên gel pêk bînin. Bi demê re em ê bandor li siyasetên derve bikin.”

Foza di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Me şoreşa xwe li ser bingeha jiyana hevbeş, hevgirtina pêkhateyan û nirxên demokratîk li ser bingeha ku jin û ciwan roleke çalak bilîzin ava kir. Şoreşa me bi berxwedan û têkoşîna ciwan û jinan û tevlêbûna tevahiya pêkhateyan bi ser ket. Lewra divê em bi rêya birêxistinkirinê û yekitiyê destkeftiyan biparêzin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, rapora salê hate xwendin û ji hêla beşdaran ve hate nîqaşkirin.

Civîn bi dayîna gelek biryarên girîng bi dawî bû, jê rêbazên firehkirina qada perwerde û birêxistinkirina ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkbirina tevahiya siyasetên derve yên li dijî nirxên civak û parastina destkeftiyan û mafên gelan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din