Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê piştgiriya xwe bi QSD`ê re anîn ziman

Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên dijî Eyn Îsayê xwepêşandanek orgenîz kir. Ciwanan soz dan ku ew ê piştgiriya QSD'ê bikin.

Bi sedan şêniyên navçeya Sirînê li ber têketina navçeyê ya bakur tevlî meşa ku ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi koordîneya bi ciwanên şoreşger ên herêmê Firatê orgenîz kiribû, bûn.

Xwepêşandêr ber bi navenda navçeyê ve ketin rê û pankartên " Na ji dagirkeriya Tirk re", " Na ji dijmantiya Tirk re", "Em ê bi rihê şehîdan bi serkevin" hildan.

Meş li pêşiya Şaredariya Gel veguhirî mîtîngê. Serokê Nivîsgeha Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firat Lawîn Derwîş daxuyanî xwend û êrişên domdar ên dijî navçeya Eyn Îsayê di nav bêdengiya navnetewî de, şermezar kirin.

Lawîn Derwîş anî ziman ku ew berxwedana hêzên niha di eniyên şer de silav dikin û got: "Ev ne cara yekemîne ku êrişî Eyn îsayê dikin, bi saya şervanên QSD`ê û gelê me yê gewre li dijî planên wan biser ketin."

Mîtîng bi berzkirina siloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê bidawî bû.

(dm)

ANHA


Mijarên Din