Ciwanên Minbicê: Em ê mil bi mil xaka xwe bipaêrzin

Ciwanên Minbicê teqez kirin ku li dijî her êrîşeke pêkane ew ji parastinê re amade ne û dê heta dilopa dawî ya xwînê li ber xwe bidin.

Ciwanên Minbicê, li ser gefên dawî yên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekişîna hêzên Amerîka ji hin herêmên Bakurê Sûriyê, her wiha amadekariyên rejîma Sûriyê ya ji bo tevgereke leşkerî ber bi bajarê Minbicê ve, tekez kirin ku ew gefên dewleta Tirk û her destwerdaneke derve red dikin û amade ne li hemberî her xeteriyekê parastina xaka Sûriyê bikin.

Hevsrokê Komîteya Ciwan û Werzişê ya Minbicê û gundewarên wê Muhsin Casim destnîşan ku piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi li ser asta aborî be yan li ser asta xizmetgozariyê û siyasî pêşketin pêk anî ev gefên dewleta Tirk derketin. Ev gef ewlehî û aramiya herêmê, belavkirina tirsê di nava gel de armanc dike.

Casim li ser binpêkirina Tirkiyê ji rêkeftinên mekanîzmeya ewlehiya sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî axivî û destnîşan kir ku ``Mekanîzmeya ewlehiya sînor ne bi dilê Tirkiyê bû û li derveyî îradeya wê bû ku niyetên Erdogan ên dagirkeriya herêmê sînordar dike. Dewleta Tirk jî niha di rêya gefên li dijî herêmê fişarê davêje da ku bigihêje berjewendî û siyasetên xwe yên dagirkeriyê li ser herêmê.``

Casim bal kişande ser siyaseta AKP`ê ya li dijî herêmên Sûriyê û wiha got:``Erdogan di şopa xwe ya terorê de berdewam e. AKP`ê partiyekî terorîst e, lê hin dewletên cîhanê piştgiriya wî dikin. Em rê nadin ku Erdogan herêmên me dagir bike û têde bibe desthilatdar. Em amade ne li hemberî her metirsiyekeli ser herêmên m çi di aliyê çapemenî be yan jî leşkerî be bisekinin."

Casim bang li ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ciwanên Minbicê kir ku mil bi mil li hemberî gefên dewleta Tirk li ser herêmên aram û bi ewle bisekinin. Her wiha tekez kir jî  ku ew wek zarokên bajarê Minbicê her destwerdaneke dererve red dikin û ew dikarin rêveberiya bajarên xwe bikin û aştiyane têde bijîn.

Têkildarî mijarê endama Meclîsa Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarên wê Sîmaz Ishaq jî ev tişt anî ziman û tekez kir ku ew wek Meclîsa Jina Ciwan a Minbicê li hemberî her êrîşekê ser herêmên wan radiwestin û rê nadin dewleta Tirk herêmên wan dagir bike û heta dawiyê dê li hemberî her êrîşekê li ser herêmê li berxwe bidin.   

Endama Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê Silava Hemdî jî bal kişand ser vekişîna hêzên navnetewî û wiha got:`` Heta ku em li ser piyên xwe disekinin em rê nadin Tirkiyê herêmên me dagir bike. Vekişîna Amerîka ji herêmê hêz û berxwedana me lawaz nake, em li hemberî dagirkeriya Tirk dest girêdayî namînin.``

Endama  Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê Helîme El-Ehmed jî li ser giringiya berxwedana li hemberî dewleta Tirk ev tişt got:`` Em ji bo parastina xaka xwe xwedî hêz in, em rê nadin dewleta Tirk bihostekê ji xaka Sûriyê dagir bike, her wiha ne aliyekî din jî, em mil bi mil bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re disekinin, bi hev re jî ji bo parastina xaka Sûriyê li ber xwe didin.``

(rr)

ANHA


Mijarên Din