​​​​​​​Ciwanên Minbicê: Em ê li eniyên pêş bi hêzên xwe yên leşkerî re bin

Ciwanên Minbicê diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê deng nemînin û li eniyên pêş bi hêzên xwe yên leşkerî re bin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di hefteya borî de êrişên xwe li ser gundên bakur û rojavayê Minbicê zêdetir kirin, di encamê de ziyan gihaşt mal û milkên sivîlan.

Girêdayî mijarê, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbicê Ehmed El-Cemîlî diyar kir ku ji dema rizgarkirina Minbicê ve, dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên bakur û rojavayê bajar dike.

Ehmed El-Cemîlî wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk di van rojên dawî de bi balafirên bêmirov, top û her cure çekan êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û sivîlan dike hedef. Her wiha şerê taybet dimeşîne da ku bandorê li ciwanan bike û gel di rewşeke tevlihev û tirsnak de bihêle."

El-Cemîlî piştgiriya xwe bi hêzên parastinê re nîşan da û got: "Em ciwan dê bi hêzên xwe yên leşkerî re li eniyên pêş ên şer bin û nahêlin dewleta Tirk dagirkeriya xwe berfireh bike."

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hisên El-Begarî got: "Em ciwanên şoreşger û zarokên bajarê Minbicê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî bajarê me red dikin û em amade ne ku li hemberî êrişan bisekinin, em dagirkirina herêmên me ji aliyê dewleta Tirk ve red dikin. "

El-Begarî diyar kir armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ew e ku aramî û ewlehiyê têk bibe û got: "Ev yek wê tenê biryardariya me ya berxwedanê û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk zêde dike."

Di heman çarçoveyê de, ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê, Semer Hezûrî got: "Bajarê Minbicê herêmeke stratejîk e, bala dijminên ku hewl didin aramiya û ewlehiya wê têk bibin dikişîne, lê em wekî ciwan dê bi hêzên leşkerî re li eniyên pêş bisekinin û parastina gel û bajêr ji dagirkeriya Tirk bikin."

(dx)

ANHA


Mijarên Din