Ciwanên Minbicê bi meşeke meşeleyan komplo şermezar kir

Ciwanên Minbicê bi meşeke meşeleyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li ser banga Meclisa Ciwanên Şoreşger a  Minbicê bi sedan şêniyên Minbicê daketin qadan û bi meşeke meşeleyî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir.

Meş bi dirûşmeya "Bi hêrsa ciwanên şoreşger em ê têbikoşin heta Rêbertî ji girtîgehên faşîza Tirk azad bikin" hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya nexweşxaneya Firatê ber bi qada giştî ve destpê kir. Di wê navberê de dirûşmeyên banga azadiya Ocalan hatin berzkirin.

Meş li qada giştî veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan rêveberê meclisa ciwanan Nasir Elî axivî û got: "Her sal mîna vê rojê bi milyonan gelên azadîxwaz dadikevin qadan da ku roja reş şermezar bikin. Di vê rojê de felozofê mirovahiyê hate girtin. Gel ji Rêbertî fêrî maneya mirov û mafên wî yên xwezayî bû."

Bi navê Meclisa Jinên Ciwan rêvebera meclisê Hêvîdar Mihemed komplo şermezar kir û got, hêzên kapîtalîst xwest bi vê komployê nehêlin jin mafên xwe bi dest bixin.

Mîtîng bi berzkiriina dirûşmeyên banga azadiya Ocalan û şermezarkirina komployê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din