Ciwanên Kurd: Yekrêziya Kurdî berpirsyariya me ye jî

Ciwanên beşdarî kongreya ciwanên Kurd li Rojava bûne girîngiya têkoşîna ciwanan di her qadan de destnîşan kirin û gotin, ji bo rêgirtina li ber êrîş û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser gelê Kurd divê koordîneya di navbera hemû ciwanên Kurd de xurt bibe.

Kongreya duyemîn a  Ciwanên Kurd li Rojava bi dirûşmeya " Divê ciwanên Kurd ji bo tinekirina dagirkiriyê û rizgarkirina Kurdistanê serî hildin" li bajarê Qamişlo li dar dikeve. 270 nûnerên 17 partiyên Kurdî yên Rojava û 7 rêxistinên ciwanan di kongreyê de amade ne.

Ciwanên ku beşdarî kongreyê bûn, li ser girîngiya vê kongreyê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Endamê rêxistina ciwanan a Paritya Kesk a Kurdistanê Ebdulrezaq Hersan got, fedekariyên ku gelê Kurd ji destpêka şoreşa Rojava dan hişt ku beşdarî siyasetên navdewletî bibe û diyar kir ku serkeftinên  xelkê Rojava bi dest xistine Tirkiyê bê çare kir, ji ber ku Tirk naxwaze hêzeke Kurdî hebe.

Hersan anî ziman ku ciwanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke mezin di her qadan de dimeşînin û  destnîşan kir ku divê kordîneya di navbera ciwanên hemû partiyên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê de xurt bibe da ku ji gef û êrîşên li ser Kurdan, bi taybet êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê re bibe bersiv.

Endamê rêxistina ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) girîngiya yekrêziya hemû ciwanan destnîşan kir û wiha got: "Heger ciwanên Kurd bibin yek dê gelê Kurd jî bibe yek ji ber ciwan dînamîk û hêza şoreşê ne."

Endama rêxistina ciwanan a Partiya Çepgir a Demokratîk li Sûriyê Rojîn Badînî anî ziman ku piraniya şoreşên Kurd ji ber xiyaneta hin kesan biser neketin û got: "Em naxwazin tiştê berê dîsa dûbare bibe, divê em gavên bavêjin ku xizmeta gelê Kurd bibe."

Rojîn her wiha diyar kir ku dîroka gelê ku bi qehremên ku banga yekitiya Kurdî kirine tijî ye û got: "Em ciwan erka me ye ku hêviyên wan qehrmanan bi cih bînin û yektiya Kurdî ava bikin."

ANHA


Mijarên Din