​​​​​​​Ciwanên Kobanê bi meşeke meşeleyî êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin

Bi dirûşmeya"Werin şerê azadiyê" Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê meşeke meşeleyî li dar xist û tê de bang li ciwanan û gelê Kurd kir ku dakevin qadan û li dijî dagirkeriyê tev li berxwedana gerîla bibin.

Girseya gel ji Girê Miştenûr ê bajarê Kobanê dest bi meşê kir û ber bi kolana Sarya Uzgur ve çûn, şêniyan diruşmên "Azadî ji rêber Ocalan re û bimre îxanet" berz kirin.

Li qada Jina Azad a Kobanê endama ciwanên şoreşger Sewsen Şêx Bekir daxuyaniya ciwanên şoreşger xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta dagirker a Tirk sonda tunekirina Kurdan xwariye û dixwaze vê  yekê bi tevahiya rêbazan pêk bîne, ji lew re li pêşberî çavên cîhanê li dijî wan hovîtrîn komkujiyan pêk tîne.

Em tecrîda li dijî rêber Ocalan a ji hêla dawleta Tirk a dagirker ve û şerê wê yê li dijî her kesên felsefeya rêber Ocalan dike, şermezar dikin. Dewleta Tirk hewl dide li ser hesabê gelê herêmê berjewendiyên xwe pêk bîne û li ser hesabê dewleta Osmanî ava bike.

Dewleta dagirker a Tirk çeteyan di şerê li dijî gerîla de li çiyayên Kurdistanê li Heftanîn, Avaşîn û Zapê bi kar tîne ku herêmê dagir û wêran bike.

Di dawiyê de bang li ciwan û gelê Kurd dikin ku dakevin qadan û tev li berxwedana gerîla bibin da ku azadiyê rêbertî û gelê ji beriya hezarên salan ve bindest e misoger bikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din