​​​​​​​Ciwanên Helebê: Em ê îdeolojiya rêber Ocalan li tevahî qadên cîhanê belav bikin

Ciwanên Helebê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê bidomînin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Sûriyê yên Helebê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, ji ajansa me re axivîn.

Ciwanan tecrîda girankirî şermezar kir û destnîşan kir israra wan a berxwedan û têkoşînê ji her demê zêdetir e.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/03/190210_-.jpg

Ronahî Cûdî destnîşan kir ku armanca ji tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan tunekirina fikrê wî yê azad e.

Ronahî diyar kir ku dewleta Tirk nikare vîna ciwanan bişikîne, ji ber ku ciwan li ser fikr û felsefeya rêber Ocalan rabûne.

Ronahî got çi qas hewl bidin rê li fikrên rêber Abdullah Ocalan bigirin jî, ew ê ji nû ve belav bikin û ew hêvî dikin ku sala 2023`yan bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û gelê Kurd.

‘FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN MALÊ TEVAHÎ GEL E’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/03/190153_-.jpg

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Çavreş Dêrsim jî tecrîd şermezar kir û destnîşan kirk u ji beriya 25 salan de rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin û ji mafên meşê, xwendin û nivîsandinê hatiye mehrûmkirin û got: “Divê em li hember vî tiştî bêdeng nemînin, em ê bêdeng nemînin.”

Çavreş Dêrsim anî ziman ku fikrê rêber Ocalan, malê tevahî gel e û soz da ku ew ê ji bo pêkanîna vê fikirê azad bi hemû hêza xwe şer bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/03/190223_-.jpg

Endama beşa Jinelojî Fatima Silêman jî têkildarî heman mijarê ev tişt gotin: “Dewleta Tirk bi tecrîdê armanc dike ku felsefeya demokratîk û wekheviyê ya rêber Ocalan tune bike. Dewletên dagirker naxwazin wekhevî û demokrasî pêk were.”

Fatima bi van gotinan bal kişand ser girîngiya pêkanîna projeya neteweya demokratîk: “Rêber Ocalan di zanista Jineolojî de li şûna netewedewletê, projeya neteweya demokratîk pêşniyar kir. pêkanîna vê projeyê pir girîng e.”

Fatima diyar kir ku ciwan dê çalakiyên xwe berdewam bikin û dê îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan li tevahî qadên cîhanê belav bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/12/03/190235_-.jpg

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Heyfa Bekir jî têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan got: “Ev mijar gelek bi êş e, dema em tînin bîra xwe û behsa wê dikin. Beriya 25 salan komplo pêk hat. Her ku diçe tecrîd girantir dibe.”

Heyfa komplo û tecrîd şermezar kirin û destnîşan kir ku mafê wan heye agahiyê ji rêbertiya xwe bigirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk naxwaze ew agahiyekî li ser rêbertî bibihîsin, ew dixwaze bi lîstokên xwe yên qirêj îradeya ciwanên şoreşger bişikîne.”

Heyfa anî ziman ku ruxmî tecrîdê jî lê Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam dike û ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî yarRêber Ocalan li ber xwe bidin.

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran qedexe dike. Her wiha cezayên keyfî lê dibire da ku wî ji “mafê hêviyê” bê par bihêle û wî ji gel dûr bixe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din