Ciwanên Helebê bi meşeke mişeleyî Şoreşa 19`ê Tîrmehê silav kirin

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Helebê bi boneya salvegera 7`an a Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an de meşeke mişeleyî li dar xistin.

Bi rashatina salvegera Şoreşa Rojava re Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek bi meşaleyan li dar xist. Meş ji ber navenda tevgerê li taxa Şêxmeqsûd beşa rojava destpê kir.

Ciwanên al, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên `Bi giyana 19`ê Tîrmehê ciwanên Ocalan dê serok Apo û Efrîn rizgar bikin` hildan. Her wiha diruşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Xakokê, dagirkirina Efrînê û silavkirina şoreşa bakurê Sûriyê berz kirin. Meş li ber çarxeriya Destîna rawestî û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Nesrîn Mihemed û endamê rêveber a Tevgerê Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivîn. Axaftvanan salvegera 7`an a şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahiya pêkhateyên Bakurê Sûriyê pîroz kir û di heman demê de tekez kirin ku pêvajoya heyî mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê pêwîst dike.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din