Ciwanên Girê Spî, Tebqa û Reqayê: Em ê heta dawiyê piştgiriya QSD`ê bikin

Endamên Ciwanên  Girê Spî, Tebqa û Reqa gotin ku ew ê piştgiriya şervanên QSD`ê di Berxwedana Rûmetê de dikin û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku beşdarî çalakiyên xwepêşandana li navçeya Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê di roja xwe ya 5`an de dewam dike bûn. Endamên ciwanên Girê Spî, Tebqa û Reqayê der barê êrişa Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê ji ANHA`yê re axivîn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Girê Spî Cewahêr Yûnis wiha got: "Em wek ciwan hîna li kêleka QSD`ê di Berxwedana Rûmetê de li ber xwe didin, em di çalakiyên xwe yên şoreşgerî li pêşiya êrişa Tirkiyê didomînin."

Cewahêr ji civaka navneteweyî daxwaz kir ku êrişa dewleta Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide rawestandin û wê li ser komkujiyên ku derheqê gelên herêmê dike, darzîne.

Cewehêr Yûnis wiha domand: "Em ji dagirkeriya Tirkiyê re dibêjin ku em ciwanên şoreşger li kantona Girê Spî hîna li kêleka hêzên xwe ne heta rizgarkirina her bohestek ji xaka me."

Her wiha endamekî ciwanên El-Hemrat li bajarê Reqayê Elî El-Ehmed wiha got: "Îro em li çalakiya  li navçeya Çelebiyê kom bûn da ku ji Erdogan û çeteyên wê re bêjin em nahêlin Tirkiyê xaka me dagir bike."

Elî El-Ehmed diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û nehêlin dagirkeriya Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bibin.

Ciwanekî ji Tebqayê Xidir Ebdulhemîd El-Dawûd jî axivî û wiha got: "Em îro hatin konê xwepêşandanê da ku ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re bêjin, em li pêşiya dagirkeran mertalên zindî ne da ku nehêlin derbasî xaka me bibe, tevî hemû cureyên hovîtiya dagirker û çeteyên wê em ê li ber xwe bidin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din