Ciwanên eşîra El-Bocamil destwerdanên derve red kirin

Şervanên ji eşîreya El-Bocamil a Dêrazorê gotin: "Aliyên derve bi rêya hedefgirtina şêxên eşîrên wan, hewl didin wan li dijî QSD`ê sor bikin."

Ji bo têkbirina aramiya herêmê, gelek aliyên hundirîn û derve hewl dan şaneyên xwe  yên razayî bi tevger bikin û êl û şêxên eşîrên Erebî hedef girtin. Piştî wê yekê dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê kar kirin û QSD`ê ji hedefgirtina êl û şêxên eşîran berpirsyar nîşan dan. Bi vê yekê xwestin ku fitneyê li herêmê derbixin.

Li ser mijarê, şêxên eşîrên herêmê û ciwanên wan ên di nava Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD`ê de bertekên xwe nîşan dan.

Fermandar û şervanên ji eşîreya El-Bocamil ên di nava refên QSD`ê de destwerdanên derve li kar û barên herêmê, red kirin.

‘QSD PÊKHATEYÊN HERÊMÊ TEMSÎL DIKE, BI HEVGIRTINA GELÊ HERÊMÊ DAIŞ HATE TUNEKIRIN’

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Fîda El-Sor ku ji ciwanên eşîreya El-Bocamil e diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hemû pêkhateyan û eşîrên herêma Dêrazorê, temsîl dikin û got: "Dema ku QSD`ê pêngavên li dijî DAIŞ`ê li Dêrazorê ragihand, rizgarkirina herêmê û gelê Dêrazorê armanc dikir. Bi hevgirtina pêkhateyan, herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û li cihê wan ê herî dawî li Baxozê hatin tunekirin."

‘LAWAZBÛNA DAIS`Ê LI HERÊMÊ HIŞT KU ALIYÊN DERVE FITNEYAN DERXIN’

Fermandar Fîda El-Sor wiha berdewam kir: "Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û tunekirina wan di aliyê leşkerî de di sala borî de, me dest bi şerê bermahî û şaneyên razayî kir û operasyonên paqijkirina gundan û şopandina îstixbaratî dan pêk anî."

Her wiha destnîşan kir ku piştî lawazbûna şaneyên DAIŞ`ê li herêmê ji ber pêngavên berfireh ên li dijî wan, aliyên derve dest bi tevgerê kirin û hewl dan fitneyê di nava eşîrên herêmê de derbixin û wan li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk sor bikin.

‘HEDEFGIRTINA ŞÊXÊN EŞÎRAN DI ALIYÊ ÇAPEMENIYÊ Û LEŞKERÎ DE HATIBÛ PLANKIRIN’

El-Sor wiha pê de çû: "Hedefgirtina şêx û êlên eşîran bi awayekî sîstematîk pêk hat. Lewra ew yekser hatin hedefgirtin û QSD`ê wekî berpirsyar hate nîşandan. Bi hedefgirtina şêxên eşîran re ku herî dawî berdevkê eşîra El-Igêdat şêx Metşer El-Hefel hatibû hedefgirtin, dezgehên çapemeniya dijmin li dijî QSD`ê kar kirin û ew bi kuştina şêxên eşîran tewanbar kir."

‘ŞÊXÊN EŞÎRAN HEDEF GIRTIN DA KU WAN LI DIJÎ QSD`Ê SOR BIKIN’

Fîda El-Sor daxuyand ku aliyên derve bi zanabûn şêx û êlên eşîran û kesayetên welatparêz yên herêmê hedef girtin, da ku şêniyan hestiyar bikin û wan li dijî QSD`ê sor bikin.

El-Sor got: "Fitneya ku rojên borî de hatibû derxist, hat kontrolkirin. Dê QSD`ê û ciwanên eşîran fitneya li herêmê qebûl nekin."

‘ÇETEYÊN TIRKIYÊ ÎDIA DIKIN KU EW JI GELÊN HERÊMÊ NE, LÊ BELÊ DI DEMA HEBÛNA DAIŞ`Ê DE EW LI KU BÛN?’

Fîda El-Sor wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hêzên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê û yên li herêmên dagirkirî bi rêya daxuyaniyan îdia dikin ku ew jî ji şêniyên herêmê ne, lê belê di dema hebûna DAIŞ`ê li herêmê de ew li ku bûn?"

‘HÊZÊN LI DÊRAZORÊ JI CIWANÊN EŞÎRAN IN’

Ji aliyê xwe ve, şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Mihemed El-Sor ku ew jî ji eşîreya El-Bocamill e wiha got: "Di Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê de tevnekî hevbeş ji hemû pêkhateyên herêmê heye, Hêzên li herêma Dêrazorê, hêzên Erebî ne û ciwanên eşîrên herêmê ne."

Mihemed El-Sor di axaftina xwe de wiha diyar kir: "Wekî hêzên leşkerî yên herêmê, em ê li dijî hemû planên aliyên derve ku hewl didin fitneyê derbixin, bisekinin."

Her wiha tekez kir ku rejîma Sûriyê, hêzên Îranê, şaneyên DAIŞ`ê û çeteyên Tirkiyê di rojên borî de êlên eşîrên Erebî yên herêmê hedefgirtin da ku aramî û îstiqrara herêmê têk bibin.

‘EM JI BO YEKITIYA PÊKHATEYAN Û ŞERÊ TERORÊ TEV LI QSD`Ê BÛN’

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û yek ji ciwanên eşîra El-Bocamil Meyser Mubarek El-Ferec jî wiha da zanîn: "Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ku serweriya gundewarên rojhilatê Dêrazorê dikin, ji ciwanên eşîrên Erebî yên herêmê ne û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dikin."

Her wiha daxuyand ku bi saya van hêzan herêm ji terora çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû û hate parastin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din