Ciwanên Efrînê dewleta Tirk û PDK'ê şermezar kirin

Ciwanên şoreşger ên herêma Efrînê bi meşekê tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li ser gerîlayan de şermezar kir.

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê meşek li bajarokê Babins ê Şehbayê li dar xist, tevgeriya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên ser gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/09/13/153630_sehba-ciwan-28529.jpg

Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" vekirin.

Meş ji deriyê ketina bajarokê dest pê kir û bê navber diruşmeyên şermzarkirina êrişên PDK'ê yên li ser nuqteyên gerîla berz kirin.

Meş li naverasta bajarokê rawestiya û axaftin hatin kirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/09/13/153653_rshyd-afryn-5b1600x12005d.jpg

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Diyar Efrîn bang li ciwanan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk û xiyanetê têkoşînê geş bikin û got: "Di radeya yekemîn de em ciwan berpirsên parastina xak û gelê xwe ne, nabe em li hemberî êrişên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê bêdeng bin."

Diyar Efrîn bi domdarî got: "Tu hêz nikare vîna me bişkîne, ji ber ku vîna me xurt e û em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin."

Diyar Efrîn destnîşan kir ku tu ferq di navbera dijmin û PDK'ê de tuneye, her du jî li dijî doza kurdan disekinin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Karê ku PDK'ê dike nakeve xizmeta doza Kurd, dijmin jî heman tiştî dike. Ji ber vê yekê tu ferq di navbera wan de tune ye, her du jî dixwazin ji bo berjwendiyên xwe me tune bikin."

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyanetê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din