Ciwanên Efrînê berxwedana gerîla silav kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi meşekê berxwedana gerîla silav kir.

Bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek bi diruşma "Werin cenga azadiyê" organize kir.

Meşa ku li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê hate organîzekirin, bi sedan endamên tevgerê yên herêma Efrînê beşdar bûn.

Meş ji deriyê ketina gund dest pê kir, di meşê alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan, her wiha diruşmên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Meş li qada Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/07/25/163616_ahmd-hsn.jpg

Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, endamê rêveber ê tevgerê Ehmed Hesen axivî, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: "Bi saya berxwedana dîrokî ya gerîlayan em dikarin serkeftinê bi dest bixin."

Hesen diyar kir ku hêzên gerîla planên dagirkeriyê têk birin, her wiha îşaret pê kir ku dewleta tirk hewl dide îradeya ciwanên şoreşger û tevahî gelê Kurd bişkîne û wiha domand: "Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan em êdî rastiya dewleta Tirk a faşîst dizanin û em serî ji siyasetên wê yên dagirkeriyê re natewînin."

Ehmed Hesen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî û banga domandina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê kir.

ANHA


Mijarên Din