​​​​​​​Ciwanên Dêrikê 4ʹê Nîsanê pîroz kir

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a  Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi meşeke meşaleyî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Meş ji sûka navendî ya navçeya Dêrikê dest pê kir û li ber navnda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger bi dawî bû.

Li vir rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Ceger Hesen axivî û got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurdistanê ye. Bi saya vî rojê gelê Kurd û tevahî gelên herêmê bi azadî dijîn."

Ceger Hesen anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehê jî ji bo mafên gelên bindest tê dikoşîne û got: "Em ê şopdarên fikrê Rêbertî bin heta ku wî ji girtîgeha Îmraliyê azad bikin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA


Mijarên Din

Li Firatê meşa ciwanan