Ciwanên Dêrazorê: Heta rêber Abdullah Ocalan azad nebe em ê tê bikoşin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya rojhilatê Dêrazorê çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Tevgerê destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji destê dewleta Tirk, dê têkoşîna wan berdewam bike.

Di roja sêyem a dawîn a çalakiya konvedanê de şêniyên rojhilatê Dêrazorê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di çalakiyê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a bajarokê El Cerzî yê rojhilatê Dêrazorê Efaf El Hemed axivî û got: “Bi rêya çalakiya xwe em dengê xwe bilind dikin û piştgiriya rêber Abdullah Ocalan dikin ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û sûcên dewleta Tirk a dagirker eşkere bibin.”

Efaf destnîşan kir ku jinên Dêrazorê dê têkoşîn û lidarxisitna çalakiyan berdewam bikin û got: “Piştî naskirina fikrê rêber Abdullah Ocalan êdî jinên Dêrazorê dikarin hemû bendên ku civak danîne pêşiya wan bişikînin.”

Her wiha hevseroka Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê rojhilatê Dêrazorê Semer El Midehî axivî û got: “Em spasiya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya rojhilatê Dêrazorê dikin ku ev çalakî li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dar xist û siyasetên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.”

Semer destnîşan kir ku dewleta Trik a dagirker ji bo ku demografiya herêmên dagirkirî bi taybet bajarê Efrîn, temam bike, siyaset û êrişên xwe didomîne da ku herêmên dîtir ên Sûriyê dagir bike.

Di dawiya çalakiyê de, berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya rojhilatê Dêrazorê Malik Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û dengê xwe bigihînin cîhanê, dagirkirina Tirk û cezayên displînê yên li dijî rêber Abdullah Ocalan red bikin, me ev çalakiya xwe li dar xist. Em soz didin ku tolê ji dijminê faşîst hilînin. Heta serokê gelan û fîlozofê serdemê Abdullah Ocalan azad nebe, em ranawestin. Bila dijmin baş bizane ku revandina rêber Abdullah Ocalan sûcek li dijî gelan û mirovahiyê ye.

Em ê tola gelê xwe yê li Şêxmeqsûd û Şehbayê ji dijmin hilînin. Em dê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, dê dagirkeriyê têk bibin û heta serokê me azad nebe em ê li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din